CîhanRojev

Li Bexdayê hêzên ewlehiyê û heşda Şeibî li himber hev sekinîne

Piştî aloziya îro ya navbera Heşda Şeibî û hêzên ewlehiyê yên Iraqê li Bexdayê ji ber desteserkirina fermandarekî Heşda Şeibî ji aliyê Dije-Terora Iraqê ve, aloziyeke mezin li Bexdayê derket holê û Heşda Şeibî gefan dixwe û hêzên Dije-Terorê jî ketine amadebaşiyê.

Peyamnêrê K24ê Şivan Cebarî ji Bexdayê ragihand; piştî desteserkirina fermandarê Heşda Şeibî, komeke Heşdê gefeke tund li hêzên ewlehiyê xwarin û eger ew fermandarê Heşda Şeibî neyê berdan, banga rûxandina hikûmeta Mistefa Kazimî dikin.

Şivan Cebarî eşkere kir ku aloziya vê rewşê gihiştiye Devera Kesk a bajarê Bexdayê û çekdarên Heşda Şeibî çend rêyên hestyar ên bajarê Bexdayê girtine, li hember wan jî hêzên Dije-Terorê yên Iraqê hemû rêyên ku diçin Devera Kesk, girtine û li ser pira Mueleq jî hêzên Dije-Terorê û Heşda Şeibî rûbirûyî hev rawestiyane û îhtimala şer û pevçûnê, mezin e.

Peyamnêrê me eşkere kir ku li gor çend jêderan, fermandarê Heşda Şeibî ku bi madeya 4 a terorê hatiye desteserkirin, bi rêya balafireke taybet, ji Devera Kesk ber bi cihekî nediyar hatiye veguhestin.

Vê sibê Fermandarê Operasyonên Heşda Şeibî Qasim Mehmûd Kerîm Muslih li Enbarê ji aliyê hêzeke ewlehiyê ya Iraqê ve bi alîkariya hêzên Amerîkayê hat desteserkirin, bêyî ku sedema desteserkirina wî were ragihandin, lê belê li gor medyaya Iraqê, Muslih li ser dosyeya kuştina xwepêşander û çalakvanan hatiye desteserkirin.

Back to top button