Cîhan

Li Bexdayê civîneke girîng li ser bûdce û mûçeyan tê lidarxistin

Biryar e îro Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê û Encumena Wezîran li Bexdayê bicivin û mijarên mûçe, bûdce û projeyasayê gotûbêj bikin.

Parlamenterê Fraksiyona PDKê li Parlamentoya Iraqê Xelîl Qazî Doskî ragihand ku, Komîteya Darayî dê civîneke girîng ligel Encûmena Wezîrên Iraqê li Bexdayê pêk bîne. Cigirê serokwezîr, wezîrên darayî, plandanîn û petrolê, serokê banka navendî û çend wezîrên din ên peywendîdar dê di civînê de amade bin.

Doskî dibêje: Armanca sereke ya civîna roja Sêşemê gotûbêjkirina çend mijarên girêdayî rewşa aborî û darayî û jiyana xelkê Iraqê bi giştî ye. Di civînê de mijarên darayiya parêzgehan, bûdce, proje û mûçe, nebûna hatinê û daketina nirxê dînarê li hember dolar û cîbicîkirina xalên bûdceyê bi giştî li seranserê Iraqê were gotûbêjkirin.

Back to top button