Polîtîk
Li Bexda metirsiya Kudeta (darbe) ya leşkerî heye
Endamekê Parlemena Iraqê ya ji Fraksiyona Yekgirtiya Îslamiya Kurdistanê eşkere kir ku eger berbijêrê postê Serok Wezîrê Iraqê yê niha nekarî di dema xwe ya diyarkirî da hikûmetê dirûst bike, sê bijardeyên din têne pêş, yan wê babetê berbijêrekê nû bê, yan şerekê navxweyî, yan kudetaya leşkerî wê peyda bibe.
Dr. Cemal Koçer got: Piştî vekişîna hêzên Amerîkî ji Iraqê, rewşa emniyê ber berev nebaşiyê ve diçin, ji ber ku firokeyên hevpeymanan ranabin, heke careke din hevpeyman bizivirin jî wê bi merc bizivirin û êdî Bexda nikarê bibêje derkeve. Li gel derketina hêzên hevpeymanan kesek nikarê asîmanê Iraqê biparêze. Li gel wê hindê jî rewşa aborî zêdetir têkdiçin û wê alozî di navbera aliyên siyasî da dirust bibin.