Cîhan

Ewê ji mala xwe derkeve, divê bê kuştin!

Serokê Filîpînê li kêşeya belavbûna Kovid-19 Koronayê da hişyariyeke tund daye welatiyên xwe û gotiye eger kesek pabendî rênimayiyên tendirustiyê nebe û qedexeya hatin û çûnê nebê, hêzên asayişê dikarin wan bikujin.

Serokê Filîpînê Roderîco Dotîrtî li gotarek da ku televizyona fermî ya welatê xwe de belav kir, hikûmet û aliyên peywendîdar li warê tendirustî û asayîşê, ewin rênimayiyan derdixin û jiyana wan li metirsiyê daye, ji bo wê yekê nabê hinek kes hebin wan binpê bikin û metirsiyê ji bo welatiyan dirust bikin. Ji bo wê yekê ewê bi vî awayî serpêçî bike, divê bê kûştin.

Heta niha li wî welatî 2.311 kes tûşî şewba Korona bûne li nav wan da 96 kes canê xwe ji dest dane.

Back to top button