
Di baregehek leşkerî de teqînek mezin pêkhat û encama teqînê de agir girt baregehê û gelek muhûmatên eskerî şewitin û teqiyan.Eve demeke artêşa Tirk hêzêk mezin tevî çekên giran li sinorê navbera Kilîs û Efrinê bi cih dike. Artêşê di rêya navbera Kilis û Entabê de baregehek qatî avakiriye. Şevîdin derengê şevê li vê baregehê teqînek pêkhat û agir li baregehê ket. Li gora agahdariya dengê teqîna mihumatên eskerî ji Kilîsê dihat bihîstin.Heta niha jî bi temamî agir nehatiye vemirandin. Valiyê Kilîsê û berpirsên hukumî li cihê bûyerêne. Herweha rêya Entabê û Kilîsê hate girtin.Li gora daxûyaniya Valiyê Kilîsê kesek di bûyerê de nemiriye, lê hinek efser bi dû gêjbûne û ew jî rakirine nexweşxaneyan. Heta niha sedema teqînê nayê zanîn.