
Li Pazarcika navçeya Maraşê di saet 04.17an de bi lerza 7,4an erdhejek pêk hat. Erdhej 7 kîlometre di bin erdê de pêk hat û nêzî 30 saniyeyan dom kir. Ji ber erdheja kli Kilîs, Edene, Osmaniye, Diyarbekir, Adiyaman, Entab, Meletî û Hatayê jî hat hîskirin, hin welatî ji avahiyan derketin û li derve man. Li navendên bajaran rêzên dirêj ên wesayîtan çêbûn.
Ji ber erdhejê li Maraş, Hatay, Edene, Entep, Meletî, Kilîs, Adiyaman, Diyarbekir, Ruha û Osmaniyeyê hin avahî hilweşiyan. Li parêzgehên herêmê ku dem bi dem erdhej lê dihat hîskirin, bi kordîneya walîtiyê maseyên krîzê hatin avakirin. Li herêmên ku avahiyên hilweşiyane xebatên lêgerîn û xilaskirinê hatin destpêkirin. Ekîban li qadê xebatên xwe didomînin.
Waliyê Maraşê Omer Faruk Coşkun piştî erdhejê daxuyanî da û got, “Gelek avahî hilweşîyane, niha hejmara mirî û birîndaran nayê dayîn. zerer gelekî mezin e.
Waliyê Meletiyê Hulusî Şahîn di yekemîn daxuyaniya xwe ya fermî ya piştî erdhejê de wiha got; “Li gorî tespîtên ewil 140 avahî hilweşiyane. 420 birîndar hene, cenazeyên 23 kesan ji binê xirbeyan hatin derxistin. Xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dewam dikin.”
Waliyê Entabê Davut Gul di daxuyaniya xwe de wiha got; “Ji kêliya ewil a piştî erdhejê me 657 rapor wergirtin, hemû hatin nirxandin, li tevahiya bajêr 531 avahî rûxane.
Waliyê Urfayê Salîh Ayhan got, “Di erdhejê de 17 welatiyên me mirin, 30 welatiyên me jî birîndar bûn.”
Waliyê Osmaniyeyê Erdinç Yilmaz di daxuyaniya xwe ya ewil de wiha got ku li bajêr 65 avahî hilweşiyane û li gorî tespîtên ewil 7 welatiyan jiyana xwe ji dest dane.
Waliyê Adiyemanê diyar kir ku ji ber erdhejê gelek avahî hilweşiyane. Walî Çuhadar got, “28 kesan jiyana xwe ji dest dan, gelek avahî xisar dîtin. Herî kêm 100 avahî hilweşiyan.”
Waliyê Diyarbekirê Alî Îhsan Su jî got, “Di erdhejê de 6 avahî hilweşiyan, 6 welatiyên me jiyana xwe ji dest dan. 79 welatiyên me jî birîndar bûn.”