Nivîsar

Li bakûrê Kurdistanê hêviyek nuh Tevgera Ciwanên Kurd

Ev demeke ku gellek kesên xwedî dîtinên cûda tînin ziman ku li bakûrê wêlat pêdîvî bi partiyek Kurdistanî heye. Ez jî vê baweriyê de me ku li bakûrê welatê me kêmasiya partiyeka kurd û Kurdistanê heye.

Îroj li Kurdistana bakûr hêza herî mezin di destê PKK-BDP de ye, alternatîfa wan tune ye. Di kongreya PKK ya dawî de jî hate xûyanî kirin ku PKK partiyek ne netewî, lewra partiyeka sosyalist e.

Li gor dîtina min pirsek PKK ya neteweyî a Kurdistanê nîne ev partiya parastina Evdila Ocalan e. PKK gelek caran di kiryarên xwe de diyar kir ku ew dikarin doza kurd ji bo berjewendiya Ocalani feda bikin.

Dîsa li gor PKK dîroka Kurdistanê bi wan re destpêkirîye. Ango heta ku partiya wan ava nebû dîroka kurdan jî tune bû.

PKK ala Kurdistan çêkiriye ku temenê Ala wan 10 sal e, gava Ocalan çûye Hilvanê, ew roj bûye roja pîroz û PKK sirûdek nûh çêkiriye. Bi kurt û kurmancî, PKK neteweyek nuh bi al û sirûd afirandiye, ew netewe Ocalan parastin e.

Piraniya kurdên bakûr Ala rengîn nasnakin û Ala me weke Ala Mahabadê, Ala Barzanî yan jî Ala herêmekê bi nav dikin. Ev berhema siyaseta metinkaran e û ya hêza wanî tarî ye. Dijminên me naxwazin ku gelê kurd bibin yek.

Dîsa kurdên me yên bakûr sirûda neteweyî Ey Reqîb re jî xerîb in: Ji bo sirûda neteweyî, dibêjin merşa Mahabadê ye. Jixwe di programa PKK de welatek serbixwe bi navê Kurdistan tuneye.

Ji dervî PKK, heta îroj, di qada legal de gelek partî û rêxistinên kurdan hate avakirin, lê mixabin bi ser neketin. Partîya birêz Şerafettîn Elçî di 20 salan de 1 kesî ji bo parlementoyê nekir namzet û taliya tali ew bi xwe çû û xwe teslîmî siyaseta PKK kir. Ji BDP bû namzet û ket parlementoya Tirkiyê.

Guruba Xebatê, Tevkurd, Dicle firat, Tevgera Demokratên Şoreşger jî bi xebata xwe, nikarîbûn tu gavên ber bi çav bavêjin.

HAK-PAR bi coş û hêvîyek mezin destpêkir, lê nikarîbû bibe alternatîf; ji ber ku bi mejiyek grûbî hareket kirin: kesên wek A. Melik Firat, Sertac Bûcak û piştre jî bi vegera birêz Burkay gellek kesên din ji HAK-PAR`ê veqetîyan.

Niha HAK-PAR bi serokatîya Kemal Burkay weke baskê PSK yê legal xebatê dike. Ji xwe di dema dawîn de hate eşkerekirin ku heyetek ji HAK-PAR`ê çûne Qandîlê û bi PKK re hatine ba hev. Ji aliyekî ve Burkay dibêje: ”PKK berhema dewleta kûr e”, lê ji aliyekî din ve diçin hevdîtinan pêk tînin, helbet bûyerên weha, li hember HAKL-PAR`ê dibe sedema bêbawerîyê.

Li gor baweriya min HAK-PAR li hemberî BDP nikare bibe alternatîf.

Dîsa di salên dawiyê de Hizbullah derket qada xebatê. Cara yekem manifestoya xwe eşkere kirin. Li Amadê roja dayikbûna Hz. Muhamed S.A.S de girseyên mezin civandin. Li gor hinekan 300 hezar, li gor hinekan 500 hezar û li gor Hizbullahê jî milyonek kes di çalakiya Hizbullah ya Amadê de hatin ba hev. Êdî hizbullah jî mîna hêzekê di nava siyaseta Kurdistanê de ye.

Di nava van alozîyan de, hinek xortên welatparêz hatin bahev û hinek tabû şikenandin. Beriya du salan di Newroza Amadê de bi Ala Rengîn û bi wêneyên M. Mistefa Berzanîyê nemir daketin nava girseyên kurdan. Her çikas PKK` wan xortan tehdîd kirin û xwestin Ala wan û wêneyên destên wan daxin jî ji bo wan xortan berxwedan jiyan bû.

Piştre li Qoserê bîranîna M. Mistefa Barzaniyê nemir hat li darxistin. Ev çalakî, welatparêzên kurdan dilşad kir. Gellekan berê xwe dan Qoserê. Ev bûyerek nuh mirovên nuh û xortên dilgerm û xwîngerm bûn.

Hinekan xwestin wan xortan bikin endamên partiya xwe. Hinekan xwestin pêşiya dengê wan bibirin, lê xortên welatparêz pêşîya wan kesan bi bawerîya xwe birrîn û gotin ku ”em Cîwanên Kurdistan in û em hêzek nuh û serbixwe ne!”

Di Newroza isal de dîsa Cîwanên Kurdistanê bi Ala rengîn di nava girseyên kurdan bûn.

06.12.2012 de belavoka Cîwanên Kurdistan kete destê min. Xortên me di belavokên xwe de weha digotin:

”Ee him ji bo raveyên xelet yên li ser xwe rakin û him jî ji bo pêşvebirina têkoşînê rêyên nû bikar bînin, di civîna ku me di 04.12.2012 de li darxist, biryara tevgerbûnê girt û me navê xwe kir Tevgera Ciwanên Kurdistan. Carek din diyar dikin ku em ne girêdayî tu partî û rêxistinane û em tevgerek netewî û nû ne. Em diyar dikin ku emê nehêlin tu îdeolojî û bawerî têkeve pêşiya pirsgirêka netewî. Emê di rêya Mele Mistefa Barzanîyê ku bi hişmendî û pratîka xwe bûye nîşana têkoşîna netewî ya Kurdistan, bimeşin.”
ji ber ku xortên me bi hestên neteweyî tevdigerin, ez bawer im ku pêşiya wan himbêza welatparêzên kurdan e.

Gava mirov li dîroka partî û rêxistinên mezin binêre, dibîne ku ji aliyê çend kesên xwedî xebat û bawerî ve hatine damezrandin û pêşxistin.

Ez ji wan xortan bi hêvî me. Navê wanî nuh û rêxistina wan pîroz dikim. Hebûna wan berî her tiştî bi kêmanî wê Ala Kurdistanê, sirûda Kurdistanê û rêbaza Barzaniyê nemir bi kurdên Kurdistana Bakur dê bide nasandin.

Xortino dibe ku hêjmara we kêm be, lê ji bîr nekin û guh bidin gotina Mhatma Gandhi: ” Dewsa ku xeletiyan biparêzim û li gel qerebalixan bim, ezê rastîya xwe biparêzim û tenê mayînê tercîh bikim.”
Di vê hûn dayên qada xebatê. Li mîtîngan, şahîyan û li her derê Ala xwe û navê xwe derxin pêş. Dilê me li gel we ye. Û bila Xwedê Teala jî li gel we û doza we be.

Çeto Omerî

Netewe

Back to top button