Civak

Li Bakur birînên şer bi salan nayê girtin

Li Navenda Şirnexê û Hezexê 5 polis hatin kuştin.Li Hezexa navçeya Şirnexê bombeyek çandî dema weseyeta polisa derbas bûyî hate teqandin û 3 polisa jiyana xwe ji dest da.Li Nawenda Şirnexê jî çekdarên PKKê bi roketan êrîşê wesayetek ya polisa kir û di encam de 2 polisa jiyana xwe ji dest da. 10 polis jî birîndar bûn.Li Cizîrê jî du sivîl hatin kuştin.

Li bakurê Kurdistanê taybetî li Silopî, Cizîrê û Sur a Diyarbekirê kolana xendeq a û operasyonên polisa şerek bê wate pêkanîye.

Ji duh ve li Silopî şer heta radeyekî sekiniye û qedexa çûyîn hatinê hatiye rakirin.

Li Cizîr û Surê jî li gora berê şer kêm bûye. Niha dixweyê li Şirnexê hewldana geşbûna şer heye.

Di encama vî şerî de bi sedan çekdarên PKKê, hezên ewlehiyê yên Tirk û xelkê sivîl jiyana xwe ji dest da.

Deverên wek cizîr û Silopî vale bûn.

Li Şirnex gelek kes malên xwe diterikînin.

Heta li deverên din yên Kurdistanê xelk bê deng xaniyên xwe difroşên û terka welatê xwe dikin.

Dê ev rewş heta kengê berdewambe nayê zanîn.

Lê tiştek heye ku ev şer ne şerê kurdaye. Şerê walwêraniya kurdaye.

Tu armanca vî şerî tuneye. Dê şer bisekinê, lê birînên hatîn vekirin bi salan nayê girtin.

Back to top button