PolîtîkRojev

Leşkeriya neçar rawestînin, em ne kuştiyê di ber xelkê de ne

Encûmena Leşkerî ya Minbicê ku ser bi rêveberiya PYDê ve, biryara Leşkeriya Neçar rawestandin.Lê ev yek di demekê de ye ku li deverên Kurdî leşkeriya neçar berdewam û girtina xortan nehatiye rawestandin, û ev yek niha di nava raya giştî ya Kurd e bûye cihê pirsyarê.Welatiyekî bajarê Qamişlo li ser vê mijarê wiha dibêje, xelkê Munbic li dijî vê rêveberiyê derketin û leşkeriya neçar li cem wan hate rawestandin, gelo çima heta niha xort û ciwanên Kurdan li wan deveran şer dikin, divê leşkeriya neçar li deverên Kurdî yên Kurdistana Sûriyê jî were rawestandin, em ne kuştiyê di ber xelkê de ne.


Îvan Xidir jî li ser vê mijarê wisa dibêje, wek çawa li Munbic ev biryar hate rawetandin divê li deverên me jî wisa bibe, heger na dê tevahiya miletê me bar bike û dê koçberî derveî welat bibe û niha ev yek dibe û ev yek dê karesatekê li pey xwe ve bîne.

Back to top button