PolîtîkRojev

Britanya doza lêkolînê ji bo Emin dike

Di derbarê qetilkirina ciwanê Kurd Emin Îsa di bin îşkenceyê de, li qada cihanî de jî tê gotubûj kirin. Piştî balyozê Amerikayî li Suriye niha jî nûnerê Britanya yê Suriye jî doza lekolînê di derbarê kuştina Emin Îsa dike. Nûnerê Britanyayê yê Suriye Jonasan Harg da xûyakirin ku, divê dosya Emin Îsa bi zelalî bê şopandin û rastiya vê bûyerê derkeve holê.

Nûnerê Birîtaniya yê ji bo Sûriyê Jonasan Harg-rîvês, di twîttekê de li ser rûpela fermî ya UK for Syria wate Birîtaniya li Sûriyê ragihand, ku ew dilgiraniya xwe li ser kuştina Emîn Îsa Elî, di dema girtina wî de li cem desthilata xweser li Bakurê Rojhilatê Sûriyê, radghînin.

Nûnerê Birîtaniya yê ji bo Sûriyê nivîsandiye jî, ku ew daxwaza lêkolîneke giştî û zelal li ser wê dosyê dikin.

Nûnerê Britanyayê dibêje: Bi raporên di derbarê Emîn Îsa el-Elî yê ku dema di bin çavdêriya rayedarên herêmî li bakur-rojhilatê Sûriyê de jiyana xwe ji dest daye dilgiranin. Em bang dikin ku li ser rewşê lêpirsînek têr û zelal bê kirin.”

Back to top button