Leşkerê Amerîkî berpirsekî payebilind ê girêdayî El-Qaîdeyê li Sûriyê kuşt
Leşkerê Amerîkî got ku wan serkirdeyekî payebilind ê gurûpa Hurras el-Dîn ya girêdayî El-Qaîde roja Înê di êrîşeke asmanî de li bakurê rojavayê Sûrîyê kuşt. Hin çavkaniyên Erebî îdia kirin ku kesê hatî kuştin birayê Muftiyê Şamê ye ku ji aliyê HTŞê ve hatiye tayînkirin e.
Fermandarîya Navendî ya Amerîkî (CENTCOM) di daxuyaniyekê de got. “Di 21ê Sibatê de, êrîşeke asmanî de li bakurê rojavayê Sûriyê, asankarê bilind ê serkirdayetiya Hurras el-Dîn, Wesim Tehsîn Bayraqdar hat kuştin,”
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser wê yekê ku ev operasyon di çarçoveya xebatên jinavbirina metirsiyên terorîstî yên li dijî Amerîka û hevpeymanên wê yên li herêmê de ye û wiha hat gotin: “Em ê xebatên xwe yên ji bo rêgirtin li plansazkirin, organîzekirin û pêkanîna êrîşan li dijî sivîlan û hedefên leşkerî yên terorîstan bidomînin.”