Li devra Colemergê encama gulebarana leşkeran ciwanek 16 salî Jiyana xwe ji dest da. Li gora agahdariyan 4 Ciwan gundê Berûh a navçeya Rûbarokê, ji bo seyranê û herweha ji bo berhevkirina berûyan çûn çiyê.
Leşkerên tirk ev zarok dan ber guleyan û di encam de ciwanê 16 salî Ozcan Erbaş Jiyana xwe ji dest da.
Waliyê Colemergê di derbarê bûyerê de daxûyaniyek da û dibêje: Ew kaçaxçîne û leşkera gule ber hewayê ve berdane. Lê çavkaniyên li deverê û hizmên Ozcan Erbaş, didin xûyakirin ku ev çar Ciwan bûn û çûne seyranê û berû danehev. Leşkere bê ku bala wan bikşîne ew dane ber guleyan û di encam de ciwanê temen 16 salî Jiyana xwe ji dest daye.