Civak
Lêpirsîna herî dawî: Erê li pêşe
Li gora lêpirsêna herî dawî di referandumê de dengên erê zêde bûne. Wek tê zanîn 12-ê îlonê roja yekşembê referandum e. Dê xelk li ser pakêta guhertina destûrê bêjin erê yan jî na. Di derbara referandumê de gelek lêpirsîn hatine kirin û her carê encam li gora rewşa siyasî li Tirkiye tên guhertin.
Lêpirsîna herî dawî ji aliyê Nawenda lêkolînên civakî (ANDY-AR) ve hatiye kirin. Ev lêpirsîn li 25 bajaran li gel 4.732 kesan hatiye kirin. Ev kesên ku lêpirsîn li gel wan hatine kirin, rû bi rû hatine dîtin û ev lêpirsîn di navbera 1 û 6-ê îlonê de çêbûye.
Di encam de dengên erê zêde bûne. Li gora lêpirsîna herî dawî encam eve:
Erê : ji % 54.1
Na : Ji % 40.1
Yên hej biryarnedayîn : Ji % 5.8 e.


