Lêkolînerekê navdarê Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir
Dr Mistefa Xurem Dil nivîskar û lêkolîner û şîrovekarê olî yê navdarê Kurd, ji ber nexweşiyeke dijwar li bajarê Mehabada Rojhilatê Kurdistanê koça dawî kir.
Dr Mistefa Xurem Dil li 24.05.2020 li yekem roja cejna Remezanê li Mehabadê koça dawî kir. Dr Mistefa nivîskar û lêkolîner û şîrovekarê olî bû, tefsîra (Fî zulal alquran)î wergerandiye ser zimanê Farisî, heman demî de tefsîra wê bi her sê zimanên Kurdî, Farisî û Erebî ya Qurana Pîroz bi navê tefsîra nûr kiriye.
Dr Mistefa Xurem Dil çendîn kitêb û lêkolînên din belavkiriye hinek ji wan rênivîsa zimanê Kurdî zaravayê Soranî, Gulbinî Danîş, Gencîney Serfî Zimanî Erebî, Gencîney Nehuy Zimanî Erebî, Çawxişandinêk bi E’cazî Zanistî Quranî Pîroz, Tefsîrî Nûr (Farisî), Tefsîrî Almuqetif (Erebî), Tefsîrî Şiney Rehmetî jî bi Kurdî Qurana Pîroz belavkiriye.
Dr Mistefa Xurem Dil xwediyê bawernameya doktora bû li warê kultûra Erebî û zanistên Quranî li Zanîngeha Îlahiyata Tehran û 4 sal Serokê Zanîngeha Pêgihandina Mamostayên bajarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bû.