Civak
Lekolîn.org li ser rûreşiyên xwe berdewam e
Malpera bi navê “www.lekolin.org” ku bi zimanê tirkî weşanê dike, wek her car, dîsa nûçeyek derew li ser Tora Medyayî ya Rûdawê belav kiriye.
Malpera han di nûçeya vê carê de, buxtan avêtiye ser her du hevkarên Tora Medyayî ya Rûdawê, Ako Mihemed û Rêbwar Kerîm Welî ku qaşo “girêdayî MÎTa Tirkiyê” ne, her wiha sê meh in karmendên Rûdawê mûçe wernegirtine.
Em ji wê malperê re dibêjin; hûn nikarin tenê karmendekî Rûdawê nîşan bidin ku sê meh in ji ber tinebûna pere mûçe wernegirtiye. Em li ser buxtan û derewên din jî heman tiştî dibêjin.
Tora Medyayî ya Rûdawê
25/04/2014