Polîtîk

Dema ji PKK zarokên xwe xwest, dewleta Tirk wê ciza kir

Makbule Ozbek ku ev çendîn sale du zarokên wê ji aliyê PKK ve hatibûn revandin, dema ku wê ji PKK daxwaza zarokên xwe kir, dewleta Tirkiyê jî wê ciza kir.

Makbule Ozbek(65)  berî 5 salan zarokên wê yên bi navê Nihat û Nilufer salên 1993-1994 an de ji aliyê PKK ve hatibûn revandin. Piştî ewqas salan xanima Makbule li gel berpirsên PKK peywendiyê danî û li hemberî wan nerazîbûna xwe nîşanda û zarokên xwe ji wan xwest.

Piştî vê daxwaza Ozbek dewleta Tirkiye kete navberê û Makbule xanim wekî PKK yî nîşandan û bi navê endambûna rêxistineke teroristî ji aliyê 6.Dadgeha Sizaya Girana Diyarbekirê ve 7.5 siza danê. Ozbek ji bo 2.5 nîv sizaya xwe bikşîne wê şandin girtîxaneya Diyarbekirê.

 

Back to top button