“ Lahor Cengî berê xwe daye cehşayetiyê “
Mamostayê zankoyê li Rûsyayê Dr. Ceza Çingiyanî, di gotarekî serenava ‘’Aloziya Bexdayê û Kongreya Silêmaniyê’’ nivîsan û behsa milmilaneya Brîtanya, Amerîka, Îran û Rûsyayê li ser sepandina hegemonya xwe li Iraqê kir û dibêje Brîtanya di sepandain hegemonya xwe ya li Iraqê şikestiye.
Herwaha aşkera kir Brîtanya bo qerebû kirina wan şikestên li bajarên Iraqê, dixwaze li herêma Kurdistanê bi rêya wan kesên nav YNKê ve ku hemwelatiyên Brîtanya ne û berê jî di xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê de plana Brîtanya bicîh anîn, rê ji projeya serxwebûna Kurdistanê re bigre ku kesê herî diyar ê ji wan jî Lahor Cengî ye.
Herwaha diyar kir Brîtanya li dîroka xwe de berdewam bo siyaseta derve û serdegirtina welatan, pişta xwe bi sîxur û cehşan ve girêdaye û wek nimûne jî serdestiya Brîtanya ya li Hindîstanê, yan jî jinavbirina dewleta Şêx Mehmûdê nemir a bi rêya cehşên kurd wek nimûne nîşan da.
Li gor Ceza Çingiyanî Brîtanya ji berê ve dagirkerê Iraqê û herêma Kurdistanê bûye, ji ber wê naha xwe xwediyê malê dibîne. Ji ber wê jî dixwaze bi rêya Lahor Cengî û çend kesên din ve plana xwe bicîh bîne. Herwaha Kosret Resûl û Mela Bextiyar jî ew kesane (Lahor Cengî û ên din) wek nefam pênase kiribûn.
Mamostayê zankoyê Çingiyanî dibêje, Lahor Cengî ber bi cehşayetiyê ve diçe û dijatiya serxwebûna Kurdistanê dike. Ji ber wê Brîtanya dixwaze bi rêya wan û çend kesekî din ve malbata Mam Celal ve, başûrê Kurdistanê bibe sala 1966ê, ku wê salê jî li dijî şoreş û tevgera rizgarîxwaziya kurd li gel Bexdayê rêkeftibûn û eniyek ava kiribûn.
Herwaha naveşêre ku ev plana Lahor Cengî bi piştevaniya Îranê û Brîtanyayê sernakeve, ji ber ji aliyê din ve PDK hin lewaz nîne ku rê ji Lahor Cengî û ên wek wî re bide, ku projeya dewleta Kurdistanê jî li nav bibin. Ji aliyê din ve Amerîka û Rûsya jî rê nadin hevbeşekî wan ê bihêz li başûrê Kurdistanê û Iraqê peyda bibe ku ew jî Brîtanya be.
Mamostayê zankoyê pirs dike ku gelo kesên serekî yên kongreya YNKê rê dê bidin Lahor Cengî û grubên wek wî kontrola YNKê bikin? Gelo nav YNKê de siyasetmedarekî dilsoz, kurd û niştimanî heye ku sînor bo wan dayne? Derbarê pirsa duyem de jî reşbîniya xwe aşkera dike û wek belge jî bêdengiya zêde ya rêveberiya YNKê ya li hember xiyaneta 16ê cotmehê nîşan dide.
Çingiyanî aşkera kir, eger Lahor Cengî di kongreya çarem a YNKê de peywirekî bilind jê re bê dayîn, ew dê ber bi cehştiyê ve biçe û yekem pêngav jî projeya wî jî ‘’paqij kirina pîremêrên YNK ya bi taktîkên cuda ve dibe.’’ Piştre jî Pavel û Qubad Talabanî dê dûr bixe an jî dê bê bandor bike. Herwaha piştre jî dê senaryoya sala 1966ê dubare bike û Gelê Kurdistanê jî divê li bendê be ku 100 salan nesaqamgirî û pirsgirêkên navxwe dê hebe.’’
Çingiyanî rexne li PDKê jî kirin ji ber pêwîstbû bi rêya yasayan ve rê li Lahor Cengî girtiba û ev rewşe li ser Silêmanî de neyê û rê ji xiyaneta 16ê cotmeha 2017ê bigirta, ku nîvê axa başûrê Kurdistanê radestî milîsên Iraqê nekiriba.
Dawiyê de jî dibêje: ‘’Eger kongreya YNKê Lahor Cengî ceza neke, wê demê kongre tenê şanoyekî dem kuştinê ye.’’
Bas