Civak

Lahor bang li Qubad û Bafil kir: Şerm bikin!

Ev demek e li silêmanî û derûdora wê hemwelatî ji alî hêzên ewlekariyê ve tên revandin, tên êşkencekirin û kujtin. Ev yek li Silêmaniyê di nava xelkê de bûye cihê tirs û metirsiyê.

Yekîneya Têkoşîna Dijî Terorê bi daxuyaniyekê diyar kir ku li ser navê saziyên leşkerî li bajarê Silêmaniyê bûyerên nebaş rû didin û got: ” Welatî derqanûnî tên binçavkirin, revandin, êşkencekirin û kujtin”.

Li ser hesabê fermî yê Facebookê, Yekîneya Dijî Terorê di derbarê pirsgirêkên asayîşa giştî ya bajarê Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ev demek e li Silêmanî û derdora wê bûyerên derqanûnî diqewimin, ew ji wan bûyeran nîgeran in û hat destnîşankirin ku her roj ev bûyer li ser navê saziyên leşkerî û ewlehiyê pêk tên.

Di daxuyaniyê de hay gotin: “Welatî bi awayekî derqanûnî tên binçavkirin, revandin, êşkencekirin û kujtin. Erka saziyên leşkerî û ewlehiyê paraztina jiyana welatiyan û dabînkirina ewlehiya wan e. Hêzên ewlehiyê bi kujtina sivîlan û belavkirina tirsê di pêşbirka siyasî de nayên bikaranîn. Hêzên ewlehiyê nikarin tev li pêşbirka şexsî, siyasî û hizbî bibin. Ji bo berjewendiyên taybet an yekalî nikarin bên bikaranîn”.

Li Silêmaniyê mijarên ewlehiyê di rojevê de ne

Lahor Şêx Cengî, yê ku piştî ku ji aliyê Serokê Giştî yê YNK Bafîl Talebanî ve ji partiya xwe hat dûrxistin, saziya bi navê “Eniya Gel” damezirand, li ser pirsgirêkên giştî yên li Silêmaniyê daxuyanî da.

Cengî got:

“Li tu devera cîhanê hûn nikarin bibin şahidê bûyerên ku li Silêmaniyê diqewimin. Li tu cihekî hêzên leşkerî naçin navenda bajêr, mirovan nagirin û narevînin. Li Silêmaniyê her tişt berovajî diqewime”.  Cengî, da zanîn ku li gor qanûnê hêzên asayîşê dikarin bi biryarek dadwerî mirovan desteser bikin û got: “Niha li Silêmaniyê tu desthilata asayîş û polîs nemaye. Hêzên komando li navenda bajêr digerin, mirovan binçav dikin û qetil dikin. Ev yek nayê qebûlkirin”.

Cengî balkişand ser wê yekê ku berpirsê kêşeyên ewlehiyê yên bajêr serkirdeyê YNK Bafil Talebanî ye û got:

“Bafil rojek berê serdana hêzên komando (kujtina çayfiroş) kir û pîrozbahî li wan kir. Her roj neheqî li gel tê kirin. Dem dema axavtinê ye. Bi vî awayî nikare berdewam bike. Van her du birayan (Qubad û Bafil) avahiya saziya girêdayî hikûmetê ya li Silêmaniyê hilweşandin. Kubat û Bafil, ez gazî we dikim. Şerm bikin! Ez ji we re dibêjim: ji kiryarên we re êdî bes e!”.

Back to top button