Polîtîk

Lago:”Piştgiriya Evîn Çetînê bikin”

Siyasetvanê nasdar yê Sosyal Demokratên Swêdê û Serokê belediya Sodertaljeyê Anders Lago di hevpeyvîna xwe de, ji rûniştvanên Stockholmê xwest ku piştgiriyê bidin namzêda Sosyal Demokratan li Stockholmê, Evin Çetin ê. Lago bersiva pirsên me da.
   
– Birêz Lago, di nava namzêdên sosyal demokratan de hejmara kesên nijadkurd herku diçe zêdetir dibe. Sedama vê helwesta sosyal demokratan ji ber çi ye?
Anders Lago: Daxwaziya me sosyal demokratan ew e ku, namzedên me temsîla hemu temenan, cinsiyet, meslek û çandên hene bikin. Bibin deng û nûnerên hilbijêrên xwe. Li Swêdê hejmarek bilind Kurd hene. Ji me re pir giring e ku, di nava namzedên me yê parlemento, meclîsa wîlayetê û belediyan de berendamên nijadkurd hebin.

Belê, hilbijartina namzêdên nijad kurd erênî ye, lê pirs ji nijadê bêhtir bi zîrekbûn û başbûna wan ve girêdayî ye. Ew angajeyî karê xwe dibin, rêvebirên baş in, bi mirov re dixebitin û bandorê li siyasetê dikin û berpirsiyariyê digirin ser milên xwe. Em dixwazin û pêwîstiya me wan kesan heye ku, di pêşxistina Swêde bi me re bin û kedê bidin. Pêwîstiya me bi mirovan heye ku, giraniya Swêdê û polîtîka wê ya derve fêm bikin û li ser sedema xwestina me ya refaha giştî weke me xwedî helwest bin. Li ser van pirsan, ne cuzdana mirovan û mecalên diravan, lê pêwîstiya mirovan derdikeve pêş û bingeh tê girtin.
 

Evin_u_Lago_654061471.jpg

– Di dema hilbijartina  parlamenterên Yekîtiya Ewropayê de we piştgirî dabû Evin Çetin ê û niha jî piştgiriyê didine Çetinê. Çima?
Anders Lago: Evin Çetin namzêda me ya wîlayeta Stockholmê û Sodertaljeyê ye. Pir normal e ku, ez jî mina gelek kesan piştgiriya wê bikim. Ji bilî vê jî, ciwan e, xwedî karakter e û angajeyî kar dibe. Pêwîstiya meclîsê bi kesên wisa heye. Çetinê bi pirsgirêkên wisa mijûl dibe ku, ji bo min jî giring in. Weke pirsa polîtîka derve ya Swêdê, demokrasî ji bo kurda û eqaliyatên din, û li Swêdê jî beşek ji mirovan hejar in û mecalên wan yên aborî bi sînor e.

– Mesaja te ji hilbijêrên Kurd re çi ye?
Anders Lago: Divê herin ser sindoqan û dengên xwe bikar bînin. Pir giring e ku mirov dengê xwe bide, bi hev re bandorê li siyasetê bike. Dengê xwe bidin sosyal demokratan, û namzetên ku kar û xebatê ji bo we bikin, hilbijêrin.
Pêwîstiya me bi hikumetekî wisa heye ku, dest bavêje pirsên derve û xwedî helwest be, ji bo peydekirina kar xebatê bike, pêşketina welêt gavan bavêje û hemû kes, bêyî cudahiya nijadî û rewşa aborî, karîbe xewn û xeyalên xwe bi cî bihêne. Hikumetekî sorekesk (partiye çep, sosyal demokrat û keskan) garantiya Swêdekî ji bo hemu kesan e.

EuroKurd News

Back to top button