FKKS panelek li ser hilbijartinên Swêdê amade kir
Nûnerên partiyan Swêdê yên ku bêşdarê panelê bûn her yek pistgiriya xwe bona gelê kurd anî zimên û gotin ku heke ew bên hilbijartin ew ê hewil bidin komîteyeka parlamenter bo pistgiriya kurd ava bikin û di parlamentoyê de pirsa kurd bînin zimên.
Di 26ê Tebaxa 2010ê de Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê (FKKS) li Stockholmê di avahîya xwe de panelek li ser hilbijartinên Swêdê amade kir.
Panel ji aliyê endama Komîteya Karger a FKKSê Sosin Guven ve hat birêvebirin. Li ser navê Partiya Sosyaldemokratan (S) Ann Linde, li Ser navê Partiya Gel (Fp) Fredriks Malm, li ser navê Partiya Jingehê (Mp) Chirstian Valtersson, li ser navê Partiya Moderetan(M) Margereta Cederfelt, li ser navê partiya Xiristiyandemokratan(KD) Corolina Szyber bêşdar bûn. Nûnerê partiya Çep (V) Jacob Johnson ji ber wext tevlihev kiribû bêşdarê civînê nebû û bi e-mailê lêborîna xwe xwest)
Nûnerên partiyên Swêdê her yek dîtin û bîrûrayên xwe di derbarê siyaseta xwe ye li ser civatekî piralî û pir kulturî, anên zimên li ser xwendina zimanê zîkmakî, alikariya kîtêbxaneya kurd û bi gelemperî pirsa kurdî ditînên xwe diyar kirin û bersivên pirsên guhdervanan dan.
Nûnerên partiyan Swêdê yên ku bêşdarê panelê bûn her yek pistgiriya xwe bona gelê kurd anîn zimên û gotin ku heke ew bên hilbijartin ew ê hewilbidin komîteyekî parlamenter bo pistgiriya kurd ava bikin û di parlamentoyê de pirsa kurd bînin zimên.
Wek tê zanîn hilbijartinên Meclisê, Wilayetê û Belediyan di 19ê Îlona 2010ê de çêdibe. Li Swêdê ji çar salan carek hilbijartin çêdibe.
www.fkks.se