Dosta Kurda Caroline Bû namzêda parlementoyê
Zordestiya li dijî Kurda berdewam dike
Ez duhî beşdarî roja bîranînekî bûm ku ji aliyê Encûmena Kurdên Suriyê li Swedê/EKSS li ABF ê hatibû amadekirin. Serhildana 12 adarê berî niha bi şeş salan pêk hatibû û bi hişkî ji aliyê polîsên ewlakariya Suriyê ve hatibû şikandin, 31 kes hatibûn kûştin û zêdeyî 50 kesan birîndarkirin. Piştî bûyerê hejmarek mezin ji çalakvanên Kurda hatibûn girtin, tadeyî li wan hatibû kirin û hatibûn revandin. Me di roja bîranînê de, çalakvanên Kurd bibîr anî ku wan ji bo pêşerojekî baştir tekoşîn da û hêviyên wan hebû ku serîhildan rê ji bo reforman û lihevkirinê veke. Lê wisa nebû.
Hejmarek mezin ji Kurdan li Suriyê bê nasname ne û dema ji dayikbûnê, di nifusê de nayêne qeyidkirin / nivîsîn û ew ji mafê hemwelatiyê bêpar dimînin. Hebûna mafê mirovan û demokrasî li Suriyê pêwîstiyek mezin e. Li ber kesên ku cewaz hizir dikin û tevgerên demokratîk, rêyên hene bi hişkî têne girtin û gelek caran girtinên giştî pêk tên.
Siyaseta erebîkirinê di salên dawiyê de de zêdetir bûye. Ji ber vê yekê, mal û mulkên Kurda ji destê wan bi zorê distînin û didine ereban. Ereb li ser erdên Kurda avahiya lêdikin û navê bajar û gundên Kurda didin guhertin, dikin erebî.
Hêviya min ew e ku hilbijartina li Kurdistana Iraqê hêviyên mezin ji bo pêşerojê bide Kurda ku rojekê karîbin li Suriyê jî dengên xwe bikar bihênin.
Dema ez ciwan bûm, xwepêşandanên mezin li Sergelstorgê pêk dihatin. Peyv û sloganên mîna ”Arteşa Turkiyê ji Kurdistanê derkeve!” û ”Sadam Hisêyn qatil e!” bilind dibûn. Hêviya min ew e ku, Kurdên li tevayê welatan mîna îro werin cem hev û nêzî hev bibin, bi hev re bin. Ji ber ku dengê bi hev re berztir derdikeve.
Demek dirêj e ku mafê Kurda yê dîrokî, nasmane, çand û ziman nayêne dan û rê li ber wan tê girtin. Ji ber zordestiya li Turkiyê, Suriyê, Iraq û Îranê bi milyonan Kurd canê xwe ji dest dane. Swêdê bû cihekî parastinê ji bo Kurdên ji welatê xwe derketin. Pir baş e ku me li Swêdê alîkariyek wisa pêşkêş kir. Lê berî wan buyeran û bicîhiştina cî û warê xwe, ji bo ku rê li ber rewşek wisa bê girtin, mirov dikarîbû tedbîrên baştir bigirta.
Ez ê bi xwe, ji aliyê xwe ve gavên pêwîst di nava partiya Kristdemokraterna de bavêjim ku em pirsê bi rêya têkiliyên netewî û dîplomatî bi Suriyê re, di mustewa danustandiyên Yekîtiya Ewropayê bihênin rojevê, da Kurd mafê hemwelatiyê li Suriyê bistînin…
6 adar 2010
Divê rewşa Kurda were rojeva polîtîk ya Cîhanê
Ez û çend kesên siyasî duhî di civîna Kurdocide Watch-CHAK ê de li hev rûniştin. Em bi niwênerên wan yê rojavayê Kurdistanê re li ser rewşa Kurda û zordestiya li dijî wan li Suriyê axifîn. Ji me re hate qalkirin ku li dijî Kurda, cezeyên hepsê bi şêweyekî kêfî pêk tên, zilm û tehdeyî zêdetir bûye û îşkence li wan tê kirin. Hejmara kesên ku ji aliyê polîsên ewlekariya Suriyê ve hatine girtin û bi awayekî bêşop wenda kirin zêde dibe. Ji bo armanca erebîkirinê, mal û milkê Kurda bi zorê tê stendin û xelk ji malê xwe bêpar dimînin. Kurd li Suriyê nikarin bibin xwedî mal û milk, û milkên xwe bi fermî bispêrin Kurda. Hejmarek bilind ji Kurda li Suriyê bê nasname ne, dema zarokên wan çêdibin derbasî nifusê nakin û ji mafê hemwelatiyê bêpar dimînin. Mafê demokratîk û yên mirovan li Suriyê kêm e û pêwîstiya xwe pir pê heye. Ev tev dibin sedem ku Kurd ji mafê tenduristî û lînerîna nexweşan li Suriyê bêpar bimînin. Lewma kesên ku cewaz hizir dikin û parêzvanên mafê mirovan dikevin ber êrîşa dewletê û têne girtin.
Me qal kir ku li Swêdê rewşa Kurda zêde balê nakşîne.
Divê em mafê axaftinê bidine wan ku têne bêdengkirin, hêviyê bidine wan ku rê li ber bêhêvîbûnê bigirin û em alîkariyê bidine wan ku têkoşîna xwe bidomînin. Weke hemwelatiyek Cîhanê berpirsiyariya me ji awira exlaqî ve heye ku em alîkariya hemwelatiyên / mirovên xwe bikin. Em zanin ku zordestî li mirovan tê kirin û ew têne kûştin, em zanin ku zarok ji birçîna dimrin û em zanin ku bi zorê derbasî irzê jinan dibin.
Lê em li dijî van bûyeran çi dikin?
Divê em pirsa Kurda bikin cihê niqaşê. Pirsgirêkê bihênin rojeva siyasî ya Swêdê û navnetewî. Cihê êş û xemê ye ku Yekîtiya Ewropayê di dema îmzekirina peymana nû bi Suriyê re zexta xwe zêde nekir. Min anî zimên ku divê di payîzê de pêşnîyazek pirpartî ji meclîsê re bê pêşkêşkirin ji bo mirov nîşan bide ku ev pirs ji polîtîka partiyan bêhtir, pirsek giştî ye û tevan eleqedar dike. Hate qalkirin ku dê semîner li ser rewşa wan ya xirab bêne organîzekirin. Ev fikrek baş e û ez ê piştgiriya xebatek wisa bikim.
Ez ê ji aliyê xwe gavên pêwîst di nava Kristdemokraterna de bavêjim ku em pirsê bi rêya têkiliyên netewî û dîplomatî bi Suriyê re, di mustewa danustandiyên Yekîtiya Ewropayê bihênin rojevê da Kurd mafê hemwelatiyê li Suriyê bistînin.
8 Hezîran 2010
EuroKurd News / Stockholm