Kultur
Ak-News weşana xwe ya bi kurdî sekinand
Ajansa Ak-News a ku nawenda wê li Helêrê ye, bi daxûyaniyek nivîskî belav kir û di daxûyaniyê de hatiye kifşkirin ku, ajans dê ji hir pêde bi zimanê Tirkî, Kurdî (Kurmancî), Almanî û Farisî weşanê neke.
Berpirsê giştî yê Ak-News Bedran Hebîb di vê derbarê de da xuyakirin ku, Gelekî zehmete ku em bi 7 zimanan weşana xwe berdewam bikin ji bo ku em zimanên Ingilîzî, Erebî û Kurdiya soranî pêşvetir bibin me ji dev weşana hinek zimanan berdaye.