Rojnama Star a Tirkî, li gel rewşenbîrê kurd Orhan Miroglu hevpeyvînek çêkir. Di vê hevpeyvînê de Mîroglu di derbarê rewşa siyasî de û taybetê di derbarê şer û PKK-ê de hinek dîtinên xwe gotin.

Orhan Mîroglu di beşêk hevpeyvîna xwe de got: “  Ev şerê heyî zererek mezin dide kurda.Niha dema PKK çêka kar tînê, ev yek zererê dide pêwendiyên kurd û tirkan û herweha zererê dide civata kurd jî. Niha dîrokê şansek mezin daye PKK-ê ku bête guhertin. Lê heta PKK çek kar bîne nikare vê yekê bike. Divê şîdet û demokrasî ji hev bête cuda kirin.“

Mîroglu got: “ Projeya PKK-ê ya xweseriya demokratîk, heta ku di destê PKK-ê de çek hebin tu kurd nikarê vê minaqeşe bike. Ev proje ne tenê wê li hevhatinek li gel dewletê be , îdia dike ku dê kurda jî bi vê projeyê îdare bike.Başe hunê çewe civata kurd îdare bikin? Ma mirov dikare bi rêxistinek ya gerîlla civatê îdare bike? Pirsgirêka kurda ya herî  mezin eve.“

Herweha Mîroglu berdewambûna hevpeyvînê de da xuyakirin ku, eger di referandumê de, Na serbikeve wê rewşek awarte li Tirkiye peyda bibe. Lê Erê serbikeve wê ev arîkariya prosesa aşitiyê bike.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: