Cîhan

Kuştina Ozal: Jin û kurê wî tohmetbarin

Mirina serokkomarê 8mînê Tirkiye Turgut Ozal di Raya Giştî de wek kuştina Ozal hate qebûl kirin. Ji bo vê yekê jî dadgehê di vê derbarê de lêpirsîn vekir û êfada gelek kesên nêzikî Ozal girtin.

Heta ji bo têbigin ku Ozal mirye yan hatiye kuştin laşê wî piştî ewkas sal ji tirbê derêxistin û kontrol kirin. Bi kurtahî ne bi temamî bêjî dibêjin Ozal bi jehrê hatiye kuştin.
Heta vê derê normal e. Lê hat eşkerekirin ku dadgehê bi tohmeta kuştina Ozal demek dirêj guh daye jina wî Semra Ozal û kurê wî yê mezin Ahmet Ozal. Yanî dadgeh jin û kurê Ozal jî wek tohmet bar di kuştina Ozal de dibinin.

Dadgehê bi şika kuştina Ozal di du salan de 19 caran guh dane telefonên Semra û Ahmet Ozal.

Piştî eşkerebûna vê yekê kurê Ozal daxuyaniyek da û got: Ev tiştek ecêbe, dema diyamin ev yek seh kir dilê wê bûrî ûket. Niha bi dermana dijî. Hêdî dadweri li Tirkiye lewitiye.

Back to top button