Kuştina 9 Kurdan û wijdanê giştî
Çi dema problemeke piçûk jî li dij desthelatiyê çêbibe, pêre pêre pê dihisin û li serê radiwestin.
Zeynelabidîn Zinar
Îro li gundekî Bismila Amedê, 9 Kurd hatine kuştin.
Tê gotin ku ew kuştin li ser doza zeviyan çêbûye. Dibe ku ew kuştina bilêcwarî, di navbera xizmên hev de jî çêbûbe.
Bêguman li welatê me di gelek demên cuda de, komkujiyên wek vê komkujiya li Bismilê çêbûne. Demek berê jî ey komkujî li gundekî Kopa Mûşê, li gundekî Hênêya Amedê, li Sitan Şêxmûsa Mêrdînê û hwd eynî komkujî bêbûne.
Karbidestên Dewleta Tirkiyê bi daxuyaniya “Vegirtina Tevdîrên Aramiyê” xwe ji berpirsyariyê rizgar dikin. Lê nasêwirin ku berpirsê çaresernekirina gelşa wê zeviya 200 donimî, ew bi xwe ne.
Eger çareseriyeke lezgîn li dadgehên dewletê ji bo çareserkirina dozên zeviyan çênebe, wê li gelek gundên din jî kuştinên wisa çêbibin.
60-70 sal berê, hêj dewleta Tirkiyê desthelatiya xwe li piraniya gundên Bakûrê Kurditanê venegirtibû. Lê belê destlatiya Kurdan a bi xwe hebû û nedihişt ku kuştinên wisa bi komelê çêbibin.
Dema problemek di navbera gundiyan de çêdibû, pêre pêre melayên gundan, kurdên rîspî, kesên şêx û seyîd, herweha maqûl û xuyaniyên Kurdan gelşê gundiyên xwe yên bi her awayî çareser dikirin. Di çareseriyê de dilqê sereke jî melayên gundan bûn. Eger dema şerên gundiyan ku dest pê dkiri, ger mela û rîspî ne hazir bûne, pîrejinên gundan diketin navbera zilaman û nedihiştin ku ew şer bikin.
Herweha di wan deman de Wijdana Giştî jî hebû û nedihiştin ku gundî derbên tûj li hevûdu bixin. Eger gelşek li ser zeviyan hebûna, pêre pêre diketin navbera wan û gelşê çareser dikirin û ew li hev dianîm.
Îro partiyên siyasî hene. Medyayeke xurt a ragîhandinê heye. Îro li her gundekî Kurdan meleyekî serqot û bê simbêl jî heye. Herweha li nêzê her gundekî barîgeheke cendirmeyan jî heye. Di berîka her kesî de telefonek û di mala pir kesan de computerek jî heye. Çi dema problemeke piçûk jî li dij desthelatiyê çêbibe, pêre pêre pê dihisin û li serê radiwestin. Lê doza zeviyan di navbera gundiyan de bi gelek salan heye jî, lê çu tevdîr nayêne wergirtin û çareserî jî bo wan nayêne kirin.
Baş e, ji ber ku dewlet berpirsyariya xwe bi cih nayne, pir normal e.
Lê çima partiyên siyasî yên Kurdan mudaxeleya dozên wisa yên di navbera gundiyan de nakin?
Gelo Wijdana Giştî çima mudaxeleyê dozên wisa nake?
Îro eger 9 rovî li Bismilê hatibûna kuştin, wê civata heywanparêzan qiyametê rakiribûna!
Wê melayên mizgeftan tofan rakiribûna!
Lê wek mesela mirina 90 hezar leşkerên ku li Sarîqamîşê ji serma mirin û berpirsê wan gotibû: “De looo! Ji xwe ew leşker tev Kurd bûn…”
Niha Medyaya heyî, Wijdana Giştî û Partiyên Siyasî jî ji bo 9 Kurdên kuştî dibêjin: “Ji xwe Kurd in, têkilê navbera wan nebin” û dê wê karesatê jî weke ya li Siltan Şêxmûsî binka bikin.
Hêvîdar im ku karesatên wisa li welatê me bi dawî bibin û li cihekî din jî dubare nebin.
15/ 06/ 2023