Kurtulmuş ji nûve wek serokê parlementoya tirkiye hate hilbijartin

Serokê parlementoya Tirkiye di gera sêyemîn a dengdanê de hate hilbijartin. Parlamenterê Stenbolê yê SK Partiyê Numan Kurtulmuş 329 deng wergirtin û ji nû ve wek serokê Parlementoya Tirkiye hate hilbijartin.
Di parlementoyê de ji bo hilbijartina serokê Parlementoyê de dengdan hate kirin. Pênc parlamenter ji bo serokatiyê bûn berbijêr. Di du gerên pêşîn ên hilbijartina serokatiya TBMMê de, namzed nekarîn bigihîjin 400 dengên ku ji bo hilbijartinê hewce ne.
Di gera duyemîn a dengdanê de 543 parlamenteran deng dan. Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş 306 deng, Parlamenterê Artvînê yê CHPê Uğur Bayraktutan 120 deng, Parlamenterê Dîyarbekirê yê Partiya DEMê Osman Cengiz Çandar 47 deng, Parlamenterê Stenbolê yê IYI Partiyê Mustafa Cîhan Paçacı 27 deng û Parlamenterê Samsunê yê Partiya Yeni Yolê Mehmet Karaman 30 deng wergirt. Du deng vala çun û 11 deng jî hatin iptal kirin.
Ji ber ku tu berbijêran ji 3/2 deng wernegirtin herdu geran de kesek nehat hilbijartin. Gera sûyem de piraniya dengan esasbû. Gera sûyemîn de, Parlamenterê Stenbolê yê AK Partiyê Numan Kurtulmuş 329 deng wergirt û ji nû ve wekî Serokê Parlementoya Tirkiyeyê hat hilbijartin.
Ji aliyê din ve, Parlamenterê CHPê yê Artvînê Uğur Bayraktutan 118 deng, Parlamenterê Dîyarbekirê yê Partiya DEMê Osman Cengiz Çandar 18 deng, Parlamenterê Stenbolê yê IYI Partiyê Mustafa Cîhan Paçacı 26 deng û Parlamenterê Samsunê yê Partiya Yeni Yolê Mehmet Karaman 26 deng wergirt. Dengek vala derket û 11 deng jî hatin êptal kirin.
Kurtulmuş, piîtê hilbijartinê daxûyaniyek da û got: “Em qebûl dikin ku mijara Tirkiyeyek Bê Teror, ku di vê serdemê de wekî fersendeke dîrokî hatiye pêşiya me, mijara herî lezgîn e ku Tirkiye hewce dike çareser bike. Berpirsiyariya me ya ji bo nifşên pêşerojê ew e ku em sedsala duyemîn a Komara xwe bi destûrek sivîl, demokratîk, beşdar û berfireh tacîdar bikin.”