Kultur

Kurdno Zarokên Xwe Li “Dersa Bijartî ya Kurdî” Qeyd Bikin

PAK (Partîya Azadîya Kurdistanê):”Kurdno Zarokên Xwe Li “Dersa Bijartî ya Kurdî” Qeyd Bikin “Xwendevanên ku li mektebên bi Wezareta Perwerdeyê ya Tirkîyê(MEB) ve girêdayî yên li polên 5,6,7,8ê de dixwînin heta 19ê Sibatê dikarin “Dersa Bijartî ya Kurdî (Kurmancî – Zazakî) ” bijêrin. Malbatên xwendevanan bi rêya daxwaznameyekê dikarin jibo qeydê seredanê bikin.Em bang li malbatan dikin ku em zarokên xwe bişînin dersa kurdî. Divê zarokên me fêrî zimanê dayîka xwe bibin. Di vî warî de em dikarin di ”dersa hilbijartinê de” kurdî hilbijêrin û vê yekê ji bo fêrbûna zimanê dayîkê bikin fersend. Buroya Çapemenî û Ragihandinê ya PAKê

Back to top button