Civak

Kurdistanê û Pearl Petroleum girêbestek bo 20 salî

Li gora nûçeyek ya Rûdawî, Hikûmeta  Kurdistanê û Kompanyaya Petrolê ya Pearl Petroleum, girêbesteke 20 salî îmze kirin. Li gorî girêbestê berhemanîna gazê li kêlgeha Kormorê heta sala 2021ê ji bo 650 milyon metrekûp tê zêdekirin û paşê jî di sala 2022an de ji bo 900 milyon metrekûp tê zêdekirin.

Kompanyaya Dana Gasê di daxuyaniyekê de ragihandiye: “Pearl Petroleum (Kompanyaya sînordar a Perl Petroleum) ev konsorsiyuma ku ji aliyê herdu kompanyayên Dana Gas û Nefta Hîlal a Îmaratê vet ê serpireştîkirin, girêbesteke nû ya 20 salî li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê îmze kir, bi mebesta berhemanîn û firotina 250 milyon pê sêca gaz di rojekê de, ku ev konsorsiyum dixwaze heta sala 2021an berhem bîne weke beşek ji planên berfirehkirina wan li Herêma Kurdistana Iraqê, ji bo zêdekirina asta berhemanîna elektirîkê li Herêma Kurdistanê, bi mebesta tijîkirin apêwîstiyên navxweyî.”

Wezîrê çavkaniyên Xwezayî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Aştî Hewramî derbarê vê girêbesta nû de ragihand: “Ev rêkeftin, pêngavekî gelek giring e ji bo me, bi taybet ku em xizmetguzariyên baştir bo Herêma Kurdistanê dabîn dikin, bi rêya baştirbûna rewşa berhemanîna elektirîkê, bi sedema zêdebûna berhemanîna gaze ji aliyê vê konsorsiyumê ve. Herêma Kurdistanê xwediyê yedekeke mezin a gazê ye û Hikûmeta Herêma Kurdistanê rijd e li ser roldîtina erênî ya derbarê pêwîstiya gaz û elektirîkê li Iraqê û navçeyê, ku berdewam zêde dibe.”

Rêveberê Cîbicîkarê Kompanyaya Hîlal û Serokê Encûmena Kargêrî ya Kompanyaya Dana Gasê, Mecîd Ceifer jî dibêje: “Ev girêbesta firotina gazê, destpêka qonaxeke nû ya berfirehkirina projeya gaza Kurdistanê ye, ku wê jî di çend salên bê de pêwîstî bi hilberîneke bêtir ji 700 milyon dolarên din heye, ji bo berfirehkirina asta berhemanînê bo 900 milyon pê sêca di rojekê de, bi wê yekê jî rewşa aborî ya Herêma Kurdistanê û navçeyê baştir dibe. Em hêvî dikin ku di çend salên bê de li wan kêlgehan, em bikarin berdewam bin li ser pêşveçûnê, bi armanca berjewendiya Herêma Kurdistanê û tevaya Iraqê.”

Herwiha Rêveberê Cîbicîkarê Kompanyaya Dana Gasê, Dr. Patrick Allman-Ward diyar kir: “Ji Dana Gasê û hevbeşên me yên li Perl Petroleum re cihê şanaziyê ye, bi taybet ku me karî zêdetir hilberînê di sektora gaza Herêma Kurdistana Iraqê de bikin û ji bo dabînkirina çavkaniyên ku xwe dispêrin wuzeya paqij û alîkariya ji bo geşkirina aboriya navxweyî. Berdewamiya li ser wergirtina tevaya mafên darayî di dema xwe de, baweriyê dide me ku em berdewam bin li ser hilberînê, di demekê de ku derbasî dehsala duyem a hilberînê dibe.”

 

Back to top button