Nivîsar

Kurdistanê û Kurdistaniyan qezenç kir, dijminên Kurdistanê wenda kir…

Dijminên Kurd û Kurdistanê Îranê, PKK, Haşdî Şabî bi awayekî gelek xûrt wenda kir. Gelê me derseke mezin li Kurdistanê û li hemû deverên Kurdistanî, li Kerkukê, li Sileymaniyêye, li Misûlê, li Şengalê da Îran, Haşdî Şabî û PKKê. Bi taybetî jî derseke mezin da PKKê. Lewra namzetên PKKê bi tevayî 1000 deng girtin. Li Şengalê derket holê ku PKK zûlumkar, biyanî, terorîst, dagırker e.

Îbrahîm GUÇLU

Di Dewleta Federal ya Iraqê de roja 10.10.2021an hilbijartina giştî hat li dar xistin. Her çiqas hîn encamên fermî nehatibin diyar kirin jî, ne fermî encama hilbijartinê diyar bû û tablo ber bi zelalbûnê ve diçê.  Ji bona ku li beşek deveran îtiraz hene, ku ew jî gor agahdariyê min girtine, di 2500 sendûqan de pirsgirêk derketine. Jinûve deng tên hêjmartin. Gor encamên nefermî PDKê 32 parlamenter qezenç kiriye. Di encama hêjmartina sendûqên nû de de dûr nîne ku PDKê 2-3 parlamenteran zêde bike. Ew jî tiştekî gelek girîng e.

PDKê li Duhokê parlamenterekî xwe zêde kir.

Hilbijartina Dewleta Federal ya Iraqê, piştî gelek zehmetiyan pêk hat. Tirsek hebû ku di hilbijartinan de çalakiyên terorîst dê pêk bên. Loma jî, li Iraqê û Kurtdistanê emniyet û tedbîrên gelek xurt yên taybet hatin girtin. Di hilbijartinê de nebûna çalakiyên terorîst bû sedem ku hilbijartin di aramî de bidomîne û encam bigre.

Vê yekê jî derxist holê ku li Iraqê di beşa erebande jî çanda demokratîk dê pêş bikeve.

Li Kurdistanê bûyerên mezin nedihatin payin. Lewra li Kurdistanê pêvajoya avakirina demokrasiyê û darxistina hilbijartinan kevn e. Her hilbijartinek jî li Kurdistanê wek festîvala demokrasiyê derbas bûye. Ev hilbijartina jî li Kurdistanê di wê dîmen û atmosferê de derbas bû. Bes li aliyê Sileymaniyê û Helebçeyê YNKê du bûyerên nexweş li hemberî PDKê pêk li dar xist. Bedela wan êrişên biçûk jî, ji bona wan gelek giran bû.

Di hlvbijartinê de gelek berpirsiyarên Neteweyên Yekgirtî û Yekîtiya Ewrûpayê wek çavdêr beşdarî hilbijartinê bûn. Di dawiya hilbijartinê de kêfxweş bûn. Sipasiya xwe ji berpirsiyarên Dewleta Federal ya Iraqê û Dewleta Federe ya Kurdistanê û Komîsyona bilind ya Hilbijartinê re diyar kirin.

Di hilbijartinê du pirsgirêkên mezin çêbûn. Yek pirsgirêk, ereb li herêmên xwe gelek kêm beşdarî hilbijartinê bûn. Li Kurdistanê beşdarî ji herêmên ereban zêdetir bu. Lê li Kurdistanê jî gorî hilbijartina bihûrî kêm beşdarî çêbû. Ev ji bona partiyan pirsgirêkekî, mezin e. Divê PDKê bi taybet li ser vê mijarê raweste. Ev kêmasî û pirsgirêka hatiye rojevê di hilbijartina Kurdistanê de ji holê rake.

Pirsgirêke din ya mezin jî ew bû ku beşek berpirsiyarên dewleta Federal ya Iraqê bi plan xwestin ku dengên kurdan kêm nîşan bidin. Di vê planê bi tevayî serkeftinek nebû. Lê diyarê zirarek biçûk be jî, da dengdarên Kurdistanê.

Piştî hilbijartinê ji bona ku İranê, Haşdî Şabî û PKKê, partiyên piştgirên İranê YNK û yên din, Haşdî Şabî ne rehetiya xwe li dijî encamên hilbijartinê diyar kir. Encamên hilbijartinê nerewa îlan kir. Got ku hilebazî di hilbijartinê de çêbûne. Loma jî divê encama hilbijartinê naye pejirandin. Hîç şik tune ye ku qezenca Beni Sadir zêdetir Îranê û Haşdî Şabî ditirsîne. Lewra partiya Beni Sadr dibêje ku ew hêzên ne yasayî dê wan ji Iraqê derxin. Ew ji bona pKKê jî hîç şik tune ye derbeyeke mezin e.

Ez gelek bi rehetî di destpêkê de dikarim bibêjim ku rihê serxwebûnê û refêrandûmê qezenç kir. Kurdistanê û Kurdistaniyan qezenç kir. PDKê li Kurdistanê û cîwarên Kurdistanî bû partiya yekemîn û qezenceke mezin bi dest xist û piştgiriyeke xûrt ya gel girt, dengekî mezin anî.

Dijminên Kurd û Kurdistanê Îranê, PKK, Haşdî Şabî bi awayekî gelek xûrt wenda kir. Gelê me derseke mezin li Kurdistanê û li hemû deverên Kurdistanî, li Kerkukê, li Sileymaniyêye, li Misûlê, li Şengalê da Îran, Haşdî Şabî û PKKê. Bi taybetî jî derseke mezin da PKKê. Lewra namzetên PKKê bi tevayî 1000 deng girtin. Li Şengalê derket holê ku PKK zûlumkar, biyanî, terorîst, dagırker e. Lewra PKK û Haşdî Şabi li Şengalê qotekeke mezin xwarin. Li wir jî nikarîn parlamenteran derxin. PKKê digot ku “min Şengal rizgarkiriyê” derket holê ku ev dereweke mezin ya PKKê ye. Ev rastiya dihat zanîn. Lê Kurdistaniyan û gelê me yên êzîdî bi dengên derxist holê ku PKKê derewîn e. Ji PKKê re got ku “te li me zilûm kir. Loma jî min deng neda te. Tu rêxistineke biyanî, dagirker, terorîst î, tu zarokên me direvînî, tu pêşmergeyên me dikûjî, tu ji gundiyên me xerac digrî, divê tu ji Şengalê derkevî”.

Ji Hikûmeta Federal û Kurdistanê re jî got ku “beriya vê salekê we peyman çêkir ku hûn Haşdî Şabî û PKKê ji Şengalê derxin. We nikarî derxin, lê me bi dengên xwe ew rezîl û ruswa kirin. Ne rewabûna wan derxiste holê.

YNK û Goran ji bona ku ji xeta neteweyî dur ketin, li hemberî Dewleta Federe ya Kurdistanê vatiniyên xwe pêk neanîn, bi îranê re bûn heval, bûn sedem ku Kerkuk dagir bibe, li dijî destwerdan PKK û Haşdî Şabî derneketin, ji rewşa Şengalê re çavên xwe girtin, di dagirkirina Kerkukê de xwediyê roleke girîng bûn, dixwazin ku Sileymaniyê ji Kurdistanê veqerînin, wenda kirin.

Goranê qet parlamenter dernexist. Piştî  encama xirab, berpirsiyarên Goranê dest ji kar berdan. Ev helwesta helwesteke gelek lîberal û demokrat e. Ez wan pîroz dikim.

Qezençkirina û yekemînbûna PDKê, vatiniyên gelek mezin û girîng û dîrokî û neteweyî da ser milên wê.

1-Cîbicîkirina federalî ji bona Iraqê û Kurdistanê gelek girîng e. Loma ji bona ku PDKê avakar û mûcîdê federalî ye, divê di vê mijarê de xebata xwe pêş bixe.

2-Bi xurtî parastina Dewleta Federe ya Kurdistanê. Loma jî divê rêxistinên wek PKK û Haşdî Şabî yên çekdar, terorîst, ne yasayî, mirovkûj, dagirker, xulamên dewletên dagirker, şerfiroj ji Kurdistanê bên dûrxistin û derxistin.

3-Encamên refêrandûma serxwebûna Kurdistanê divê gav bi gav ji bona pêk bên xebat bê kirin, plan û proje ji bona ev mijara stratrejîk çê bibe.

4-Herêmên Kurdistanî û di serî de jî dilê Kurdistanê Kerkuk ji bona ku vegere desthilatdariya Dewleta Federe ya Kurdistanê divê her şert bên çêkirin û hewleke taybet û stratejîk bê meşandin.

5-Divê sîstema federal jinûve bê ava kirin.

6-Pêwendiyên ereb û kurdan û du hikûmetan divê jinûve ji çav bê daerbas kirin û jinûve formateke hiqûqî qezenç bike.

7-Divê ji bona ku di dewleta federal de demokrasî pêş bikeve, divê pêşengî bike.

Heger hilbijartin bi vê encama dawî nehata li Iraqê bûxraneke mezin çê dibû. Tevleviyeke mezin dihat rojevê: Şer diqewimî.

Diyarbekîr, 15. 10. 2021

Back to top button