Polîtîk

Kurdistan xwe rûbirûyê metirsiyê dike

Çavdêrên siyasî yên rojavayî di wê baweriyê de ne piştgirîkirina Herêma Kurdistanê li kurdên Sûriyê û sazkirina konferansekê ji wan re li Hewlêrê, tirsê dixe dilê welatên cîran ku dibe ku wek gaveke lê binêrin bo bidestveanîna serxwebûnê, di baweriya wan de jî Herêma Kurdistanê bi van gavan rîskê dike. Dr. Thomas Ambrosio ji Rûdawê re ragihand, Iraq, Îran, Sûriyê û Tirkiyê bi dilgiranî li wê gavê dinerin.

Rojên 28 û 29ê meha borî, li bajarê Hewlêrê, revenda kurdên rojavayê Kurdistanê li Ewropayê kongreya xwe saz kirin, û tê de zêdeyî 200 nûnerên kurdên Sûriyê ku ji 25 welatên cîhanê hatibûn beşdar bûn, hinek nûnerên partiyên kurdî yên Sûriyê ragihandin ku ew dixwazin piştî rûxandina rêjîma Beşar Esed li Sûriyê refrandumê bikin, da ku çarenivîsa xwe wek kurd diyar bikin.

Di wê konferansê de, serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî piştgiriya Herêma Kurdistanê bo kurdên rojava ragihand û got jî ku rewşa navxwe ya Sûriyê bo Herêma Kurdistanê girîng e, ji ber ku welatekî cîran e û sînorekî wê yê dirêj ligel Herêma Kurdistanê heye û zêdeyî 2 milyon kurdan lê dijîn.

Lê bi baweriya mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha North Dakota a amerîkî Dr. Thomas Ambrosio ku “Desthilatdarên Şam, Tehran, Bexda û Enqereyê bi dilgiranî berê xwe didin vê piştgiriya Kurdistana Iraqê bo kurdên Sûriyê, hemû wiha lê dinerin ku ji ber nearamiya siyasî ya deverê, Kurdistaneke serbixwe li beşekî welatên wan bête holê.”

Zêdeyî 10 mehan e xwenîşandanên nerazîbûnê li dijî rêjîma Beşar Esed li piraniya deverên Sûriyê tên kirin û li gor serjimêriya fermî ya komîteya mafên mirovan li NY, heya niha zêdeyî 6 hezar kesan hatine kuştin û di hundirê meha borî de jî, xwenîşandan bêtir rengê şerên çekdarî werdigirin, ji ber zêdebûna hejmara endamên artêşa azad a Sûriyê ku ji artêşê cuda bûne.

Lê dîsa jî bi baweriya çavdêrên siyasî, ev helwêsta eşkere ya serkirdayetiya Herêma Kurdistanê, dibe ku wê rastî metirsiyan bike, nemaze ji aliyê cîranan ve.

Mamosteyê zanistên siyasî li kolêja King li Londonê Dr. William Park got: “Pêwist e haya kurdên Iraqê ji hewldanên xwe hebe û bêtir derbarê arambûna rewşê û şermezarkirina şîdetê baxivin.”

Di baweriya mamosteyê zanistên siyasî li zanîngeha Duke ya amerîkî Peter Fiver de, baştir e Herêma Kurdistanê hewl nede di çareserkirina pirsa kurdên Sûriyê de roleke bilîze û di dewsa wê de pirsên xwe yên navxwe çareser bike: “Divê sûrî bi xwe pirsên xwe çareser bikin, kurdên Iraqê jî gereke pirsên xwe yên zêde çare bikin, ji dêvla ku alîkariya kurdên Sûriyê bikin.” (Rudaw)

Rojevakurd

Back to top button