Polîtîk

Divê Tirkiye doza lêborînê bike

Li Hewlêrê Rêxistina Aso ya Kurdistanê û Yekitiya Jinen Kurdistanê,40 rojiya şîna qurbaniyên Roboskê bi rewresmekî pêkanîn. Di vê rewrimê de nûnêrê serokê Kurdistanê Felekedin Kakeyî amade bû. Kakeyî di civînê de axavtine kir.

Di gotara xwe de Kakeyî got:Kesên di bûyera tehl de jiyana xwe ji dest dane, bûne qurbaniya şereke ne rewa. Di axavtina xwe de Kakayî got:Em daxwazê ji dewleta Tirkiye dikin ku daxwaza lêborînê ji kesûkarên qurbaniyên vê bûyerê bike û tazminatê bide wan. Em hêvîdarin ku li Turkiyeyê pêvajoya aştiyê ber bi pêş ve biçe.”
 
 Nûnerê serokê herêma Kurdistanê di berdewamiya gotara xwe de got: “Ev bûyerên diltezîn encama şerekîne,lewra pêwîste ev şer bê rawestandin.
Kakeyî daxwaz ji Turkiyeyê û PKK kir, ku agirbestekî berdewamî rabigihînin, dest bi diyalog û danûstandinan bikin. Divê pirsgirêkan bi rêya aştî û demokrasiyê çareser bikin.
 
Di merasîmê de çend mûm ji aliyê xwendevanên dibistana amadeyiya keçan a Hewlêrê ve hatin pêxistin. Ew jî wekî hest nîşandanekî li beramberî qûrbaniyên wê bûyerê bû. Herwiha di salona merasîmê de wêneyê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane hatibû bilindkirin.
 
Di heman merasîmê de Sekreterê Partiya Sosyalîst Mihemedî Hacî Mehmûd bi navê alî û partiyên siyasî yên Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û got: “Rewşa niha ya Kurdan pir guncawe ku rêzên xwe bikin yek û êdî li paytextan biryar li ser çarenivîsa gelê Kurd neyê dayîn.”

Rojevakurd

Back to top button