CîhanPolîtîk

Kurdistan û Bexdayê li ser gelek pirsan li hev kir

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê, roja duşemê 29.08.2016ê, bi serokatiya şandeyeke hikûmetê Herêma Kurdistanê bi serdaneke fermî gihişte Bexdayê û digel Heyder Ebadî serokwezîrê Îraqa federal civiya.Di civînê de, serokwezîrê Îraqa federal kêfxweşiya xwe li hember serdana Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kuridstanê û şandeya pê re bo Bexdayê diyar kir û her du aliyan tekîd li ser berdewamiya diyalog û danûstandinên di anvera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqa federal kir, hemû pirsgirêkên hene bên çareser kirin û têkeliyên navbera her du aliyan de di berjewendiya Îraq û Herêma Kuridstanê de be.Serokwezîrê herêma Kurdistanê, bi minasibeta wan serketinên leşkerê Îraqê di cenga dijî terorê de bi ser terorîstên DAÎŞê de bi dest xistine, pîrozbahî li serokwezîrê Îraqê kir û hêvî kir ku heta binbirkirina DAÎŞê ew serketin berdewam bin.Pirsa berhemanîn û dabeşkirina neftê û mafên Herêma Kurdistanê û Kerkûkê di civînê de hatin gotûbêj kirin û her du alî li ser wê yekê li hev kir ku di vî warî de, danûstandinên teknîkî di navbera wezareta neftê ya hikûmeta Îraqê û wezareta samanên xwezayî ya hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê bikin.Hevahengî û hevkariya di navbera Hikûmeta Îraqa federal û Hikûmeta Kurdistanê de di warê; pirosesa azadkirina bajarê Mûsilê û pabendbûna hemû aliyan bi pilana azadkirina bajêr, alîkaîkirina xelkê sivîl û vegerandina koçberan bo wan deverên ji bin destê DAÎŞ tên azadkirin mijarên civînê bûn hin mijarên din yênm civînê bûn.

Back to top button