Polîtîk

Kurdistan û Belarûs peyman îmze kirin

Bi armanca hevahengî û xurtkirina têkelyên navbera herêma Kurdistan û Belarûs de, îro roja çarşemiyê 17.09.2014ê Vilademîr Makêy wezîrê derve yê Belarûs bi serokatiya şandeyeke bala serdana herêma Kurdistanê kir û li bajarê Hewlêrê ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, Qubad Talebanî cîgirê serokwezîr û hijmareke wezîrên hikûmeta Kurdistanê ve hat pêşwazî kirin.

Di civînekê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Komara Belarûs û çewaniya pêşdebirin, geşkirin û zêdetir hevahengiya di navbera  her du aliyan de hat kirin.

Wezîrê derve yê Belarûs got: ”Di vê rewşa nuha herêma Kurdistanê tê de derbas dibe, me bi pêwîstî zanî serdana herêma Kurdistanê bikin û piştgiriya xwe ji bo herêma Kurdistanê diyar bikin. Em hêvîdar in herêma Kurdistanê ji vê rewşa dijwar derbas bibe û herêm ber bi aramî û îstîqrarê biçe. Herêma Kurdistanê jî li ser binyatdanan û pêşdeçûnê berdewam be .”

Serokwezîrê herêma Kurdistanê sipasiya wezîrê derve yê Belarûs û şandeya pê re kir û ew serdan bi nîşana piştgirî û dostaniya bo herêma Kurdistanê wesif kir.  Serokwezîr behsa siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê a di warê pêşxistina bazarê azad û pîşesaziyê kir û ew warên hikûmeta Belarûs dikare digel herêma Kurdistanê hevkarî û hevahengiyê bike diyar kirin.

Di civînê de biryar hat dan komisyoneke havbeş ji aliyên peywendîdarên Komara Belarûs û hikûmeta herêma Kurdistanê bê dirust kirin û peymanameyeke lihevtêgihiştinê di navbera her du aliyan de hat îmza kirin. Peymanama lihevtêgihiştinê ji aliyê Qubad Talebanî cîgirê serokwezîrê herêma Kurdistanê û Vilademîr Makêy wezîrê derve yê Belarûs ve hat îmza kirin.

Peymanameya lihevtêgihiştinê behsa karên hevbeş û hevkariyên di warê pîşesazî, çandinî, enerjî, teknolojiya zaniyarî û xwendina bala dike. Her di wê peymannameya lihevtêgihiştinê de behsa destpêkirina geştên asmanî yên dîrekt di navbera Hewlêr û Minsk ji bon zêdetir geşkirina bizava bazirganî û turîzmê dike.
Wezîrê derve yê Belarûs, ji bon zêdetir xurtkirina hevhangiyê,  daxwaz kir di demek nêzîk de şandeyeke balaya hikûmeta herêma Kurdistanê serdana Komara Belarûs bike

Back to top button