Kurdistan pêketiyê virusa Bexdayê bû
Nivîskar Ako Mihemed li malpera Rudawê de babetek bi navê (Qenciya Bexda li remezanê da) belav kiriye û têde balê dikşîne li ser helwest û kirdarên Iraqê li ser Kurdistanê û her wiha li vê dawiya de birîna beşek ji maaş û mûçeyên fermanberên Kurdistanê. Nivîskar dibêje: Eger ew lojîke her wiha li muamelekirinê de berdewam bê, heqe Hikumeta Iraqê daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî bike û Kurdistanê ji Iraqê cûda bike.
Qenciya Bexda li remezanê da
Xelkê Kurdistanê li nav virusa Kovid-19 û meha remezanê da, li ser virusa Bexdayê da ket, ew jî virusa cûdakariye. Birîna wê nîv budceyî ya Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexda ve hîç bingeheke exlaqî û olî ya li vê demê da qebul nake, tenê li lojîkiya neheziyê da cihê xwe vedike.
Dr. Adil Abdulmehdî li destpêka wergirtina posta Serok Wezîr da çend carek li çend helkefteke cûda de dûbare kir ku carekî din li dema desthilata wî da dest navêjin ser mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê. Li rastiyê da jî Adil Abdulmehdî yek ji wan siyasetmedarên dawî yê Iraqe ku gelê Kurdistanê bawerî pê mabê. Ji ber wê heta niha jî xelkê Kurdistanê bawer nekiriye ku Adil Abdulmehdî wê beşa mûçeyê birîbê. Her çende gelek şîrove têne kirin ku ji ber ku Kurd piştevaniyê li berbijêrkirina Mistefa Kazimî kir, ew jî ji Kurd aciz û tûrebuye.
Ewê li yasaya budçeya 2019 da nivîsiye çend carek ji aliyê Wezîrê Darayî ya Iraqê û Cîgirê Serok Wezîr yê Karubarê Darayî Dr Fuad Husên ve li ser televizyonên Iraqiyan dûbare kir ku Herêma Kurdistanê eger 250 hezar bermîl neft nede Bexda wê demê nîvê wê yekê hatiye diyarkirin ji bo Herêma Kurdistanê tê şandin. Her wiha jî hate kirin ku 453 milyar dînar (380 milyon dolar) ji bo Herêma Kurdistanê şandiye. Di demek da li gor amarên Hikumeta Iraqê, dahata nefta firoştî ji aliyê Hikumeta Iraqê ve li sala derbasbûyî de bihayê 87 milyar û 527 milyon dolarbu ku bi awayeke giştî mehane bihayê 6 milyar û 543 milyon dolar buye.
Ewê cihê balkêşiyê ye beşeke wê pereyê ku Bexda ji bo Hikumeta Herêma Kurdistanê şandiye, carekî din çuye navçeyên bin desthilata Hikumeta Bexda. Ji ber ku Hikumeta Herêma Kurdistanê tenê li parêzgeha Kerkûkê mûçeya 7.600 mamosta û 1.405 fermanber û xerciyên 535 xwendingeh û 32 bexçeyên zarokan dide. Li Mexmûr mûçeyê 1.772 mamosta û fermanber û xerciya 69 xwendingeh, li Xaneqîn mûçeyê 3.850 mamosta û fermanber û xerciya sê peymangeh û 32 xwendingehên Kurdî. Ji ber wê Hikumeta Federaliya Iraqê piştî rûxandina rejîma Seddam ve amade nîne mûçeya wan fermanberên Kurd bide ku zarokên Kurd bi zimanê Kurdî fêrî xwendewarî û zanistê dikin. Her çende li destûra Iraqê da jî risteyekî birîqedar heye ku dibêje Erebî û Kurdî dû zimanê fermî yê Iraqê ne. Ji bilî wê hejmarek fermanberên dinê li li navçeyên nakokî li ser yên din jî hene.
Gelê Kurdistanê hîç guhertinek li bîrkirina Bexdayê da nabîne. Ji ber ku ewên li Bexda desthilatê birêvedibin, an jî bi şevan axaftinê ji bo xelkê Iraqê dikin, li ser televizyonan, herdem bi lojîkiya “em” û “ew” dipeyvin ku ew jî li hiş û kirdarê da hîç rêyek ji bo pêkvejiyanekî niştimaniyane nahêlê. Her ji ber wê lojîkê bû, zimanzanê Kurd Tewfîq Wehbî, ku vexwendina boykota Şêx Mehmûd li ber çav negirt û li destpêka damezrandina Hikumeta Iraqê, heta heşt salan bi pileyê Wezîr li Hikumeta Iraqê da bû, li dawiyê de wê demê cihê jiyana xwe veguhest Brîtanya û got: Her tiştek Iraqî pêve hebê, xêr ji bo Kurd pêve nîne.
Eger ew lojîke her wiha li muamelekirinê de berdewam bê, heqe Hikumeta Iraqê daxwazê ji Neteweyên Yekgirtî bike Kurdistanê ji Iraqê cûda bike. Yan jî divê bi çavê fermanberekî Besra temaşa fermanberekî Silêmanî bike, wekî pizîşkekî Necef temaşa pizîşkekî Hewlêrê bike. Ji ber ku lojîkî “em” û “ew” pêwîstî bi dû dewletî heye, eger na divê lojîk cûda bibê û li vê remezan û serdema virusa Koronayê da wîcdana nebirîna debara xelkê kar bike.
Ako Mihemmed