Kurdistan nawenda pêkvejiyana hemû ol û neteweyan
Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê pêşwazî li metran Beşar Werde metranê Abrîşîye kildanî li Hewlêrê û şandeya pê re kir.
Di civînekê de, ji bo şehîdbûna hijmareke karmendên asayîşa herêma Kurdistanê di kiryara terorîstiya berî du rojan li bajarê Hewlêrê qewimî, metran Werde sersaxî û hevxemiya xwe bi serokwezîrê Kurdistanê gihand û daxwaza çakbûnê bo birîndarên wê kiryara terorîstî kir û wî got: ”ew kiryara terorîstîya qirêj ji bo têkdana rewşa aram û biîstîqrar herêma Kurdistanê ku, ew herêm bûye hişareke diyar û ber bi çava a aramî, pêkvejiyan û xweşjiyanê li deverê de, bû.”
Di civînê de rewşa wan mesîhîyên ji Bexda, Mûsil, Kerkûk û ji bajarên din yên Îraqê mal û milkên xwe bi cî hêlane û ji ber şidet û terorê ber bi herêma Kurdistanê ve hatine, hat behis kirin. Di vê çarçoveyê de metran Werde bi navê mesîhîyên herêma Kurdistan û Îraqê, ji bo wê pêşwazî û alîkariya pê re hatiye kirin, sipasiya serokwezîrê Kurdistanê kir û got: ”herêma Kurdistanê bi germî pêşwaziya wan kir û bi her awayî hevkarî û alîkarî pê re kir daku, bikaribin li herêma Kurdistanê akincî bibin, kar peyda bikin û berdewamiyê bi jiyana xwe bidin.”
Ji aliyê xwe ve Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê di axaftina xwe de tekîd li ser helwesta herêma Kurdistanê kir û got ku, herêma Kurdistanê hertim nawendeke diyar û xwedî kultura pêkvejiyan û biratiyê bûye, ciyê pêkvejiyana hemû pêkhatên netewî, olî û mezhebî bûye û dê her wisa jî bimîne:
– Hikûmeta herêma Kurdistanê bi wezîfeya xwe dizane pêşwaziyê li xûşk û birayên mesîhî yên ku, ji deverên din yên Îraqê ber bi herêma Kurdistnê hatine bike û hemû hevkarî û hêsankariyan pêşkeş bike.