Di şerê li dijî terorê Tirkiye pişta cîranên xwe bernade
Wezareta derve ya Tirkiyeyê bi dijwarî teqînên roja 29.09.2013ê li Hewlêrê qewimîn şermezar dike û dibêje:
– Bi xemeke mezin me nûçeya şehîdbûna 6 kes û birîndarbûna hijmareke hevwelatiyan li Hewlêrê, ji sedema êrîşeke terorîstî bo ser avahiya Asayîşa Hewlêrê li roj 20.09ê bihîst. Di eynî rojê de 40 kesên din li bajarê Miseyîb li başûrê Îraqê di merasimeke sersaxiyê de, di nav mizgeftekê de, jiyana xwe ji dest da. Xwedayê mezin şehêdan bide ber rehmeta xwe û daxwaza çakbûna bilez bo birîndaran dikin.
Em bi dijawarî wê kiryara qirêj ku, mizgeft û ciyên merasiman kirine aramnc, şermezar dikin. Bi van kiryaran encamderên wan rûyê xwe yê nemirovatî derdixin û em piştrast in ew tora terorîstî ji bona têkdana aşitî û aramiya bi salan li herêma Kurdistanê heye û ji bona xweşkirina şerê navbera gelên Îraqê, dixebitin. Tu carî armancên wan yên pîs û qirêj bisernakevin û Tirkiye jî dê bi piştevaniya cîranên xwe Îraq û hikûmeta herêma Kurdistanê di şerê li dijî terorê pabend be.