Kurdistan welatê pêkvejiyanê ye. LirRojhilata Navî pêkvejiyana bê kêşe tenê li Kurdistanê heye. Li Kurdistanê Kurd, Asuri, Tirkmen Ereb , ermenî û hemû milet bi hevre di nava aşitiyê de dijîn. Ji aliyek din Misilman, Krîstiyan û Ezidî jî li gel hev bê kêşe dijîn.
Li Kurdistanê tu problemên etnîqî û olî di navbera xelkê de tuneye ku rewşa civakî têk bide. Ev çanda pêkvejiyanê tovê xwe di destpêka Şoreşa Îlonê de avêtiye û heta wek îro di xaka azad a Kurdistanê de berdewam e.
Serok Barzani bi minasebeta cejna Qiyameya Hezretî Mesîh daxûyaniyek ji bo Raya Giştî ragihand.

Daxûyaniyaserok Barzani:


Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta hatina cejna Qiyameya Hezretî Mesîh (Silavên xwedê li ser be) pîrozbahiyeke germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Mesîhiyên Kurdistan, Iraqê û seranserê cîhanê dikim û hêvîdar im hemû cejnên xwe di xweşî û şadî û bexteweriyê de pîroz bikin.

Helkeft û cejna pêkhatên Kurdistanê derfetên baş in ji bo dupatkirina birayetî, aştî û pêkvejiyanê û cihê şanaziyê ye li welatê me çanda pêkvejiyan dîrokeke xwe ya kevin heye û bi sayeya wê kultûra bilind a xelkê Kurdistanê ye ku welatê me di asta herêmayetî û cîhanî de mînakeke diyar ya pêkvejiyana pêkhatan û ol û neteweyiyên cuda ye.

Di vê helkefta pîroz de hêviya bextewerî û şadiyê ji bo xuşk û birayên me yên Mesîhî dixwazim û hêvîdar im ev helkeft destpêkek be ji bo nemana tundiyê û zulm û aştî li ser navçeya me û cîhanê bikêşe.

Bimînin bi xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

20.04.2019

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: