Kurdistan li ber Xaçerêkê ye
Tengezar Marînî
Îro, neduh e. Sîstema tenahî ya îraqê serûbinî hev bû û şikest.
Çima şikest?
Bersiva vê pirsê gelek hêsan û zor e.
Hêsane ji ber sîstema tenahiyê, ji hêlên berjewendiyan ve, ne bo parastina berjewebdiyên Îraqiyan bi tevayî de bû, belkî di berjewndiya hêzeke taîfeger an jî çendekan û Îranê bû. Vê Sîstemê bi rêya kesekî hemî biryar bi xwe ve girêdabûn û yên din (Hevpişk+Rikberî) pişguh kiribûnla kurd, li çareseriyeke.
Zor e, ji ber destên herêmî, rewşa Sûriya, dijberiya berjewendiyê Îran û Turkiya û netêgehiştina Emerîka wek dewletek, ku kilîla çareserkirina rojhilata navîn û naverast di destê wê de, ji birêvebirina qeyranên herêmê yên heyî û divêt jibîr nebe, berdewamiya çewisandina kurdan û serederiya nebidadmendiyan di gel wan (Meshiqbirîn, yasaya belavkirina samanên surushtî), eve jî hêla berê kurdan bi çareseriyên din ve biçe. Eve jî mafê wa ye.
Pirsa din: pêdiviye kurd di vê xirecirê de, çawa serederiyê bikin?
Bêguman e, kurd yên herî nêzîk in, ku dê katêkirin li wan bibe, çi nebe, ji hêla pêlên penaberan, yên têne herêma Kurdistanê (kî di nav wan de, terorîst e û kî na) û qeyrana aborî, ya ji encama siyaseta Malikî ya neadilane, ku li Kurdistanê peyda bûyû. Dubare pêdivî ye kurd çi bikin?
Kurd beramberî 2 rastiyan dibin:
1. dewleta Îraqê ji hev dikeve, wate destûra bingehîn û hemî zagon neman, wate mada 140, nema.?
2. Emerîka, di gel ku bi imzekirina peymana stratîjî ve pabend e, lê ne li îraqê ye.
Li ber kurdan, tenê çarerêyek heye, ew jî, bi hemahengiya hemî hêzên siyasî kurdistanî, dest deynin ser herêmên kurdî, bi saman û siruştiyên wan ve,yên ta niha nehatine bi ser herêmê ve û biparêzin, bi diplomasiyeke bi hêz, di gel dostên miletê kurd li cîhanê kampaniyakê destpê bikin.
Revenda kurd li derve û hêzên Kurdistanî yên parçeyên din, bi hemî hêza xwe piştevanên başûrê Kurdistanê bin û di nav xwe de, kêşeyên xwe çareser bikin. Ev werçepe zor hestiyar e û derfetek e jî, eger neyête bidestxistin, êdî, dê Kurd 100 salên din bendewar bin, bo derfeteke wesa.
Kurd û Kurdistan, milet û welatê heriya mezin e, ku serbixwebûna wê nîne, lê newk sedsala buhurî, ku êdî hesab jê re nayête kirin. Kurdistan evroka, di nav hesabê cîhanê de ye û di guherînên golbalîzmê û postgolbalîzimê de, Kurdistan dikare bibe navendek, ku sûk û bazara azd geş bike. Ev delîveyên ku me li jor nivîsîn, tenê bi rêka hevahengiya Kurdistaniyên başûr û piştevaniya dostên kurd, di welatên xwedanbiryar de û bi alîkariya parçeyên din yên Kurdistanê, dikarin bibin rastiya xewna sedê salan û bersiva qêrîna Ehmedê Xanî.
Divêt bo hêzên sereke yên Kurdistanê diyar bibe û bi taybetî PDK û NK, ku ne partî dikare vê lîstika ez li deverekê kêmhêz im bilîze û ne jî Yekîtî, ji ber di navberê de Goran û hineke din hen, e û ev tê wateya binaxkirina wê xewnê. Ji bilî wê, Iraq newek 2003ê ye. Îro Emerîka ne li wir e û zû nayê..