Cîhan

Kurdistan ji bo me xwedî girîngiyek taybet e

Wezîrê Derve yê Kanadayê John Bairdragihand ku, Herêma Kurdistanê bo welatê wî xwedî girîngikeke taybet e, lewma ewê çekan bidin Hêzên Pêşmerge û wan meşiq û berwerde bikin.

Wezîrê Derve yê Kanadayê John Baird ku hevdem perlemanterê welatê xwe ye, ji malpera Full-Time Whiste re helwesta welatê xwe derbarê lêdana DAIŞê li Iraq û Sûriyê diyar dike û dibêje ku, “Herêma Kurdistanê bo welatê wî xwedî girîngikeke taybet e, lewma emê çekan bidin Hêzên Pêşmerge û wan meşiq û berwerde bikin.”

John Baird derbarê Sûriyê jî ragihand: “Lêdana DAIŞê li nav axa Sûriyê li ba me ne gelekî girîng e.”

Derbarê Iraqê jî, Wezîrê Derve yê Kanadayê ragihand: “2 balafirên me ji core CF-18S li nêzîkî bajarê Felûcayê li çeperên DAIŞê dan. Ji me re girîng e ku li Iraqê bi operasyonên berfireh li DAIŞê were dan.”

Back to top button