Polîtîk

Kurdistan hildibjêre lê amûra elektronîk kar nake

Îro pêncşem dengdana taybet ya ji bo hilbijartinên Parlemena Kurdistanê, ku hêzên emniyên ser bi Wezareta Pêşmerge û Navxweyî li xwe digre destpêkir.

Li gor zanyariyên li ser binkeyên dengdanê, ew amûra nû ya Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan, ku mohra forma dengdanê dike, li binkeyên dengdanê de pirsgirêk derxistiye û bi wê sedemê pêvajoya dengdanê gelek hêdî birêve diçe.

Hindirîn Mihemmed Berpirsê Leqa Hewlêrê ya Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan ragihand: “Mohra elektronî pêvajoya dengdanê paşxistiye, bi cûreyek ku li 2 demjimêran de li hinek binkeyan tenê 13-15 kesan deng daye”.

Back to top button