Doh li ahenga Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê ya li Silêmaniyê ku bi beşdariya hezaran kesan birêveçû, Hêro Îbrahîm Ehmed, hevjînê Celal Talebanî, Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Nîştîmaniya Kurdistanê gotarek pêşkêş kir û ragihand: “Her kesê propagandayê xerap li dijî Mam Celal bike bila qurbana wî be”.
Hêro Îbrahîm Ehmed Endamê Mekteba Siyasî û Berpirsê Malbenda Yekê Silêmanî di derbarê tendirustiya Mam Celal ve got: “Mam Celal dilxweşe ku bi coşiya we, spas ji bo xwedê tendirustiya wî gelek başe û her kesê propagandayê xerap li dijî wî bike bila qurbana wî be”.