Kurdistan daxûyaniya PKKê şermezar dike

Hikûmeta  Kurdistanê di daxuyaniyekê de bi tundî daxuyaniya berpirsên PKKê şermezar dike.

 

Daxûyaniya Hukumeta Kurdistanê:
Em bi tundî daxuyaniya berpirsên PKK şermezar dikin ku gefeya rê girtin ji veguhastina gaza siruştî ya Herêma Kurdistanê bo derve bi rêya Tirkiye
dikin. Ev êrişe bi temamî lidijî berjewendiyên gelê Kurdistanê ye, ku ji ber qeyrana darayî di rewşeka dijwar de ye.
Hikûmeta Herêma Kurdistanê di hewlên berdewam de ye ji bo çareser kirina qeyrana darayî û rizgar kirina gelê Kurdistanê ji bargiranî ya ku ji ber qeyrana darayî tûş bûye, lewma her karek ji bo pêşî girtina hewilên
Hikûmeta Herêmê, dijminatî kirina raste rast a gelê Herêma Kurdistanê ye.
Em dûbare helwêsta PKK şermezar dikin û hêvîdarin ji xwe nêrînekê bikin û  nebine sedemê ziyan gihandin bi Herêma Kurdistanê û karekê neke ku  berevajî berjewendî û daxwaza gel be.
Encumena Wezîrên Herêma Kurdistanê
 
18-2-2016

Nerîna min :