Kultur

Dîroka Şanoya Kurdî

 Gabar Çiyan  Berî hefteyekê, ”Pirtûkxaneya Kurdî li Stockholmê” bixêrhatina şanogerê nasdar, nivîskar û dramaturgê kurd, Çetoyê Zêdo kir. Zêdo kitêba xwe ”Dîroka Şanoya Kurdî” îmze kir û semînerek li ser heman mijarê da. Gelek kes beşdar bûn û pirsên cewaz jê kirin.Rêvebirê kitêbxaneya kurdî, Newzad Hirorî, bixêrhatina mêvanan kir. Li ser cî û nirxê karê şanoyî û hunerî qise kir. Giringiya wê ji bo me kurda anî zimên. Helbestvan Serkan Brûsk jî, Çetoyê Zêdo bi mêvana da nasîn. Ji hêla huner û nivîskariya wî, nirxandinek kir. Paşê mafê axavtinê da Zêdo.Pirtûka ”Dîroka Şanoya Kurdî” bi keda du kesan, Çetoyê Zêdo û hevalê wî Yavuz Akkuzu hatiye holê. Kitêb li Istanbulê, sala derbasbûyî derket û belav bû. Zêdo dibêje, di afirandina kitêbê de, ne tenê keda wî û Akkuzu heye. Nivîsên gelek nivîskar û şanonasên mîna Ferhad Pîrbal, Mahroo Raşidîrostamî, Shwan Jaffar, Lucina Japharova, Birayîm Ferşî, Cafer Sarikaya, Erebê Şemo, Mirazê Ûzo û Kemal Mezher Ehmed di kitêbê de cî girtine û bi vê keda hevbeş, dîrokek yekgirtî hatiye pê.Dîroka Şanoya Kurdî a nûjen, bi şanonameya Evdirehîm Rehmî Hekarî, ”Memê Alan” ku di hejmara kovara Jîn a 1919 an belav kiribû, dest pê dike.Wê demê, bilindbûna rizgariya netewî û avabûna dewletên netewî li welatên cînar, ên bin destê Osmaniyan, bandorek mezin li ronakbîr, rêvebir û maqûlên kurda jî dike. Mîna gelek netewan, komeleyên kurda jî li Istanbulê û cihên din ava dibin, kovar derdikevin. Li xwedî derketina li nasname û çanda xwe sor dibin û xebatên siyasî li Kurdistanê bilind dibe.Piştî avabûna komara Turkiyê, ji ber sedema neteweperestî û siyaseta hişk li dijî kurda, mecalên kar û xebatê li Anadolê namîne. Dewlet, çalakiyên ronakbîrî û siyasî li bakurê Kurdistanê, bi şikandina serhildanan re, qedexe dike, pê re kar û xebatên çandî û hunerî jî radiweste.Hejmarek ronakbîrên ji başûrê welêt ku li Istanbulê bi karên wiha mijûl dibûn, piştî hilweşandina imparatoriyê, avakirin û şîdeta komara nû, derbasî başûrê welêt dibin. Bi taybetî li herêma Silêmaniyê, kowara diweşînin, komên hunerî ava dikin û giraniyê didin karê rêxistînî. Tecrubeyên xwe bi xelkê xwe re parvedikin. Bi taybetî keda kesên mîna Hacî Tofîq Pîremêrd, Ismaîl Heqî Baban, Refîq Hilmî, Emîn Zekî Beg û gelek kesên din nikare bê jibîrkirin. ”Komela Zanistî Kurdan” yek ji wan organîzasyona ye ku, wê demê ji bo perwerdê bi xebatek bilind û nirx rabûye.Di 1915-1938 an de gelek bûyerên nexweş rû didin. Pirkûjî dibin û gelên herêmê bi hişkiyek kesî nedîtî û êşên mezin tên beramberî hev. Bi deh hezaran mirov, gund û bajar, malên xwe bi cî dihêlin û felata xwe di penaberiyê de dibînin. Beşek ji kurda jî derbasî aliyê Rûsyayê dibin û li komarên Sovieta berê belav dibin. Bi piştgiriya şoreşê û çalakiyên xwe tên meqamên cewaz. Beşek ji wan jî dikevin ber xezeb û hişkiya rejîmê. Bi wext re, kurdên li komara belavbûyî, ji bo pêşxistina ziman, çand û hunera kurdî xebatên lê hêja dikin û berhemên girabûha diafirînin. Şanogerî pêş dikeve û şanoname tên nivîsîn, derdixînin ser dikê.Bi taybetî piştî cunta 12 îlona 1980 î gelek ronakbîr û hunermendên kurda derdikevin derveyî welêt, li welatên Europayê bi cî dibin. Li vir ji hêla şanoyê ve xwe pêş dixînin. Perwerdê dibînin, koman ava dikin, şanonameyan dinîvisînin û dilîzin. Li Europayê jî xebatên hêja tên kirin.Şanoya Kurdî, bi azadiya kurda û demokrasiya li perçeyên welêt re, dem hatiye rawestiya ye, li gorî rewşê pêş ketiye, rengê netewî girtiye. Li Rusya û Europayê jî karên giranbuha hatiye kirin.Di dema me de, şanogerên xurt û çalak li her çar aliyê welêt, li Rûsya û Europayê zêde bûne. Şanonameyên hêja tên afirandin. Di rêvebiriya dramaturg û lîstikvanên profesyonel kar dibe. Şano û şanokariya kurdî pêş dikeve û ji bo ku cihê wê bilind bibe, pêwîstiya xwe piştgiriyê heye…

Back to top button