Kultur

Kurdî zimanek hevdem e

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye Bulenc Arinc bi gotubêja li ser zimanê kurdî kirî gelek hate rojevê. Arinc di zanîngehîkî de konferansa “ pêvajoya demokrasiyê û destûra nû “ de amade bû û axavtinek kir.

Xwendevanan pirs ji Arinc kirin.

Xwendevanekî ji Arinc pirsî: We di axavtinek ya xwe de gotubû ku, zimanê kurdî ne zimanê medeniyetê ye. Dê destûra nû di derbarê perwerda zimanê dê de çi hebê?

Arinc bersiva xwendavan da: “ Eger we gotina min di vê derbarê de baş şopandibe, min negotiye zimanê kurdî ne zimanê medenîyetiye  yan jî min negotiye kurdî ne zimanek hevdem e. Eger min gotibê zimanê kurdî ne zimanek hevdem e, ev dibe  neheqiyek e mezin. Ev dibê sedemê bê hurmetiyê li himber kesayeta min bi xwe. Ez ne kesayetek welê nezanim ku tiştekî bi vî awayî bêjim. Min tu cara negotiye kurdî ne zimainek hevdem e.

Arinc di berdewambûna axvtina xwe de got:  Eger di destura nû de tu asteng nemîne gelo mirov dikare bi kurdî perwerê bike? Kurdî zimanekê ku xwedî gramere, gelek pirtuk hatine nivîsandin. Edebiyata vî zimanî heye. Min tenê pirsek kir û got: Gelo ji seretayî heta zanîngehê mirov dikare bi zimanê kurd îperwerdê bike? Min pirsek kir. Gelek kesan bersiva pirsa min dan û gotin. Belê kurdî zimanek hevdeme û dikare perwerde bi zimanê kurdî çêbibe. Ez jî dibêjim : Amenah zimanê kurdî zimanek hevdeme.

Back to top button