Nivîsar

Kurdî nivîsandin..!

Ocelan, zanebûn Tirkî axivî ku Kurd zimanê xwe kurdî ne axivin û mentiqa Tirkan bifikirin.Her çiqas diyar dibe ku PKK prosesa dagirkeran e, Kurd ji PKK dûr dibin xwedî zimanê xwe diderkevin kurdî dixwînin û dinivîsin.Kurdî hezar sale her derekî tê axaftin ne dagirker ne jî çehşê wan nikarin Kurdî xelas bikin.Kesê baş dizanin ku PKK xulamtiya dagirkeran e û dijî dewleta Kurdistanê ye, zanebûn ku li hemberê PKK’ê rîsk nestînin bê deng dimînin; lê destê wan jî civata Kurdan jî nabe, dixwazin qedir û qiymetê wan jî her tim bê te dîtin jî; ji ber vî her carê bi mijarek bê wec rojevê de xwe didin nîşandan.Heta du kesê ku digotin “Em ne murîdê Apo û Berzanî ne, em hemberê murîbûnê ne” îroj jî xwe bi Kurdî ve digrin/diveşêrin; Lê ji dil xulamtiya wêşangeran dikin.Ziman wek al, sînora axê, merşa millî û komarê hêjayiya serxwebûnê yek e, tenê serê xwe kêm û seqet dimîne.Kesekî kêm zêde xwendin bizane dikare zimanê xwe jî binivîse.Heger meriv deh-yan jî bîst zimanan bizanê be ev taybetmendiyek e; lê zanîna zimanê xwe taybetmendiyek nîne herî normal e; ne zanîn jî qelsbûnek nîne.Ziman ne mertaleke ku meriv xwe pê re xwe li hember PKK biparêze û veşêre.Pîranî ê ku Kurdî nenivîsan re heqaret dikin/xwe bi ziman re tiştek dihesibînin, yan jin zarê wan Kurdî nizanin, yan dervê welat dijîn yan jî ji ziman zanîna wan wêdetir tu tiştekî qiymet destê wan de ne maye.Sibê heta her karê xwe bi zimanê xelkê tînin durve Kurdan re fortê zimanê kurdî avêtin Kurdperwerî nîne sextekariye.Başe ku kitêbê Kurdî zêde dibin/tê xwendin; lê kesê ku xwe kitêb nivîsandinê astekî bilind dibînin encax dikarin kesê haya wan qet qlasîkên tdinyayê tune be/nexwedibe dikare bixapîne.Ocelan, gelek caran xebatê Bedirxaniyan li ser zimanê hatiye kirine bicuk xist, kesê nanê ziman dixwin, xwe-xwediyê Hawar dibînin/ berdewamiya Hawar dibînin, ji tirsa xwe nikarin ji Ocelan/PKK re tiştek bêjin, nivîsên xwe re dibêjin “xizmet”; xizmet nakin xwe dibarêzin.Kesê mejî û dilê wan aliyên Ocelan/PKK hatiye xesandin kurd dibin lê Kurdistanî nabin.Faruk Zent

Back to top button