22’ê Rêbendan
22’ê RêbendanDi sala 1946’an û di rojekî wekê îroyê de li bajarê Mehabadê Komarê Kurdistan ya Mahabad bi serokatiya Pêşaweyê Kurd Qazî Mihemed ve hatiye damezrandin.Di nava sedsala 20 an de, piştî hukumeta Başûrê Kurdistanê ku Şex Mehmûd Berzencî li Silêmaniyê îlan kir, Komara Kurdistanê ya Mehabadê, di warê dewletbûyinê de, ji bo Kurdan bû tecrûbeyek duyem. Lê belê, hin welat ji bo berjewendiyên xwe, Komara Mehabadê, feda kirin.Di 22’ê Çileya sala 1946’an de, berî 64 salan weke îro, bi alîkariya Yekîtiya Sovyetê, li Meydana Çarçira ya Mehabad, Komara Mehabadê ji aliyê Qazî Mihemed ve hate îlankirin. 13 wezîrên ku di komara Mehabadê de cih girtin, piştî demekê Desturabingehîn a komarê zelal kirin.Komara Mehabadê, her çiqas heta demek kin berdewam kir-jî di wê demê de, bû navenda siyaset û ronahiyê. Komara ku li Mahabadê hate sazkirin, ala netewî ya Kurdistanê hilda û Gel-jî, artêşa welêt sazkir. Hukumeta Komarê, herwiha rêxistinên aborî, civakî, edebî, hunerî û rêxistinên leşkerî-jî saz kir. Rojname û kovar derketin. Sistema birêvebir ya Komarê-jî hate sazkirin. Hewl hate dayîn ku sistema perwerde û ziman were pêşxistin. Zimanê Kurdî bi fermî hate qebulkirin. Şanoya Kurd hate sazkirin. Ji bo jin di aliyê siyasî û civakî de pêşbikevin, di 14ê Adarê de, Yekîtiya Jinên Kurdistan hate sazkirin. Jina Qazî Mihemed, Mine Xanim, di xebatên jinan de, roleke aktif leyist.Herwiha hewl hate dayîn ku têkiliyên diplomasî-jî werin xurtkirin. Bi kurtahî, herçend temenê Komara Mehabadê kin be-jî, Mehabad di vê demê de bû navenda siyaset û rewşenbiriyê.Piştî îlankirina Komarê, Yekîtiya Sovyetê desteka ku dida Qazî Mihemed, paşve kişand û di 16’ê Mijdara sala 1946’an de, hêzên Artêşa Îranê Paytexta Azerbaycanê bi destxistin û ber bi Mehabadê ve meşiyan. Hêzên Rejîma Îranê, bi desteka Brîtanya, di 17’ê Kanuna sal 1946’an de, Komara Kurdistanê ya li Mehabadê hilweşand. Li Mehabadê di merasîma sazkirina Komara Kurdistanê de,Qazî Mihemed wiha sond xwaribû:“Bi mezinahiya Xwedê, Rumetiya Kurana Kerîm, li ser Welat û ala min, ez sond diwxim, heta dilopa dawî ya xwîna min û nefesa min a dawî, bi can û Malê xwe, di rêya azadiyê de, ji bo alên me li azamanan pêl bidin, ezê têbikoşim”Qazî Mihemed, Wezîrê Parastinê Seyfî Qazî û birayê wî Sadrî Qazî, li Meydana Çarçira ya ku Komara Mehabadê hatibû îlan kirin, di 31’ê Adara sala 1947’an de, hatin dardekirin.Wezîrên HikûmetêSerokê Komara Mehabadê: Qazî MihemedSerokwezîr: Hacî Babe ŞêxWezîrî Ceng û Parastin û Hevkarê serokkomar: Mihemed Husên Xanî Sêyfî QazîWezîrê Propaxande: Sidîq HeyderîWezîrê Perwerde û Hinkariyê: Menaf KarîmîWezirê Karê hundurin: Mihemed Emîn Mu’înîWezîrê Tendurustiyê: Seyid Mihemed EyûbyanWzîrê Aborî: Ehmed ÎlahîWezîrê Kar: Xelîl XusrewîWezîrê Post û Telegiraf: Kerîm EhmedyanWezîrê Bazirganiyê: Hacî Mistefa DawudîWezîrê Dadperweriyê: Mela Husên MecdîWezîrê Kiştûkal: Mihemed WelîzadeWezîrê Tegbîr û Meşweret Pêkirînê: Hacî Ebdulrehman ÎlxanîzadeWezîrê Rê û Ban: Îsmaîl ÎlxanîzadeWasiyetnameya Pêşawa Qazî Mihemed“Bi navê xwedayê mezin û dilovan;Miletê kurd û birayên min ên hêja! Birayên min ên beşê wan hatî xwarin! Miletê min ê zulim lê hatî kirin! Vaye ez dixwazim di gavên dawî yên jiyana xwe de çend şîretan li we bikim; ji bo xatira xwedayî êdî dijminatîya hev nekin, hev bigirin, pişta hev bigirin, li hemberî dujminê zordar û zolmê rawestin, xwe bi dijmin re nefiroşin, dijmin her dem heya karê xwe bi we bi cî tîne we divên û qet rehmê bi we nabe û qet li we nabûre.Dijminên gelê kurd zor in, zalim in, zordar in, bê rehm in. Remzê serketina her gel û netewekî yekgirtin û yekbûn e, piştevanîya temama milletî ye, her milletekê yekêtî û tevayî nebe herdem wê li jêr destê dujminan be. Gelê kurd, ji gelên li ser rûyê vî erdî kêmtir nîne, belku di mêrxasî û xîret û jêhatinê de zor ji wan gelên rizgarbûyî li pêştir in. Ew milletên ji dest dijminên xwe yên zordar rizgarbûne mîna we ne, lê ew ên xwe rizgarkirî yekêtî di nêv wan de hebûye, bila hûn jî mîna hemû gelên li ser rûyê erdê êdî jêrdest nemînin. Her bi hevgirtinî û bê hesûdî, bi hev nebirinê û xwe nefirotina dijminan miletê me dikare rizgar bibe.Birayên min! dijminê kurd ji çi reng û qewmekî be her dujmin e; bê rehm e, bê wijdan e, rehmê bi we nake, wê we bi destên we bi xwe bide kuştin, wê we temah bike û bi fêlbazîyên xwe û bi derewan we li hev bixe. Di nêv hemû dijminên gelê kurd de dijminê Ecem ji hemûyan zalimtir û meluntir û xwedênenastir û bêrehimtir e, destê xwe ji tu tawanên hemberî gelê Kurd naparêze, bi dirêjîya dîrokê de kerb û kîn wî li dijî gelê kurd hebûye û heye. Binêrin tevaya mezinên gelê we ji Simaîl Axayê Şikak heya Cewher Axayê birayê wî û Hemze Axayê Mengurr û çendîn mirovên din her hemû xapandin, aram kirîne û xelk ji piştevanî kirina wan dûrxistîye û ji nûh zor nemerdane kuştîne, ji wan re sûnd bi Quranê xwarîye ku eceman niyaza xêrê bi wan re heye û wê başiyê bi wan re bikin. Lê heçî kurd e, zû bawarî ji sûnd û sozên Eceman dike û pê tête xapandin, lê bi dirêjîya dîrokê heya nûha tu kesan nedîtîye tu caran ecem soz û peymanên xwe bicîh bîne û tu sozên xwe bi kurdan re bicî neanîne, her hemû direw û fêlbazî kirine. Ez, wek birayekê biçûkê we, di rêya xwedayê de û bo xatirê xwedê ji we re dibêjim hevbigirin û qet pişta hev bernedin. Pirr bawer bin eger ecem hingivînî bide we, dîyare jehr kirîye di nêv de, bi sûnd û soz û derewên eceman nehên xapandin, eger hezar caran dest li Qurana pîroz jî bidin û sozê bidin we, jê bawer nekin û pirr bawer bin tenê merama wan xapandina we ye.Vaye ez di gavên dawî yên jiyana xwe de bo xatirê Xwedayê mezin şîretan li we dikim û ji we re dibêjim ku Xweda dizane ya ji dest min hatî bi ser û can û têkoşîn, bi şîret û nîşandana rêya rast min xebat kirîye, niha jî di vê gav û rewşê de bi we radigehînim ku êdî bi eceman nehên xapandin û bawer ji sûnd û dest li Quran dan û soz û peymanên wan nekin. Ji ber ku ecem ne xweda nas dikin û ne bawerî bi xweda û pêxemberê wî heye û ne bawerî bi roja qiyametê û hisab û kîtabê heye. Ji alîyê wan ve tenê ku hûn kurd in bila misulman jî bin tawanbarin, bo wan dujmin in, ser û mal û canê we bo wan helal e û bi xezayê dizanin, her çende soza min bi we re ew nebû ku ez biçim û we di dest dujminê dilreş de bicî bihêlim, lê zor caran jî dema min hizir di bihûrî û mêrçakên me yên mezin de dikir ku eceman bi sûnd û derew û fêlbazîyan girtîne û kuştîne. Ji ber ku di qada mêrxasîyê de dujmin nedikarî li hemberî wan raweste, lewra neçar dibûn bi derewan bixapînin û bikujin.Ew hemû herdem li hizra min bûn û qet min bawer ji eceman nekirîye. Pêşî ku ecem vegerine vir, çendîn caran bi şandina naman û kesên navdarên kurd û faris û bi dana soz û peymanên zor mezin ku dewleta ecem û Şahî bi xwe niyaza xêrê heye, amadene û naxwazin yek dilopa xûnê di Kurdistanê de bête riştin. Nûha hûn ecaman û soz û peymanên wan bi çavê xwe dibînin, eger serokhoz û eşîretên me kurdan xiyanet nekiriba û xwe nefiroştiba Hukmeta Eceman, ev, bi serê me û we û Komara me ne dihat.Wesyet û şîreta min ew e, ku zarokên we bixwînin, ji ber ku em milletê kurd bi tu awakî ji milletên din kêmtir nîn in, tenê xwandin nabe, bixwînin heya hûn ji karwanê gelan paş nekevin, xwendin çekekê kujeke bo dijmin. Pirr bawer bin eger tebayî û hevgirtin û xwendewarî di nêv we de baş be, hûn dê baş bi ser dijmin de serkevin. Nabe ku bi kuştina min û bira û pismamên min hûn bitirsin. Pêwîste zor kesên din ên wek me divê rê de bikin qurban heya digihîjin hêvî û merema xwe, ez bawer dikim ku zor kesên din jî wê bihên xapandin û ji nêv birin.Ez bawerim zor ji wan ên paş me jî, ji alîyê eceman ve têne xapandin ê ji me zanatir û jêhatîtir bin, lê hêvî xwazim kuştina me bo we bibe pend û îbret. Ji bo dilsozên gelê kurd, min wesyeteka din bo we heye ku ji xwedayê mezin daxwazê bikin ku hûn çi ji bo serferazîya kurd dikin alîkarîyê bi we re bike, ez pirr bawerim xwedayê mezin wê alîkarîya we bike û we serbixe. Dîyare ku ji min bipirsin “çima tu sernekevtî?” Di bersivê de dibêjim, bi wî xwedayî ez serkeftî me, çi serkevtin ji vê mezintir heye ku niha ez di rêya gel û milletê xwe de ser û mal û canê xwe dikim qurban, bawer bikin min bi xwe pirr ji dil hezdikir eger mirin di rêya xweda û pêxemberê xwedayî û gel û milletê kurd de be û bi rûyek geş bimirim, ji bo min ev mirin serkevtin e.Ezîzên min! Kurdistan mala hemû kurda ye, her wekî di malê de endamên wê malê herkes çi cûre kar û kiryar dizane dihête rasipardin ku wî karî bike, Kurdistan jî her ew mal e. Eger we zanî kesek ji endamên wê malê karek ji destê wî tê, li wî bigerin bila wî karî bike. Êdî nabe em astengan bixine ser rêya wî û nabe bi wê çendê dilgiran bin ku yek ji we berpirsyarîyek mezin di dest de ye, eger karek mezin kete ser milên kesekî û birêve dibe, xuyaye wî karî dizane û berpirsyarîyek mezintir li hemberî wî erkî heye. Pirr bawer be birayê te yê Kurd pirr ji dujminê dilkerb û kîndar çêtire. Eger berpirsyarîyek mezin li ser milên min nebaye niha ez li jêr darê sêdarê ranediwestam, lewre nabe digel hev hesûdî bikin. Ewên fermanên me bicî nedianîn, ne tenê ferman bicî ne dianîn, belku dijminatîya me dikir, ji ber ku me xwe bi xizmetkarê xelkê xwe dizanî. Niha ew li nêv mal û zarokên xwe di xewek şîrîn de ne, lê em bi navê xizmetkirina ji milletî re va ye li jêr darê sêdarê ne û niha ezê gavên dawî yên jiyana xwe bi nivîsîna vê wesyetnamê temam dikim. Eger berpirsyarîyek mezin li ser milên min jî nebaye, niha dê ez jî mîna we di nav mal û xêzana xwe de, di xewek şîrîn de bibûma. Ev şîretên ku ez ji bo ew yên paş xwe dikim, yek ji wê berpirsyarîya li ser milên min in, ez bawerim eger kesekê din ji we berpirsyarîya min bi stûyê xwe ve girtiba, niha wê ew li şûna min li jêr darê sêdarê bûwaye. Va ye min bi merama razîbûna xwedê û li pey wê berpirsyarîya li ser milên min, wek kurdekê xizmetkarê gel û di rêya karê çak de, ev çend şîret kirin ku hêvî xwazim hûn ji îro paşve îbretê jê wergirin û bi temamî guhdarîya şîretên min bikin. Bi hêvîya xwedayê mezin dê bi ser dujminan de serkevin.* Bawerîya we bi xwedê û her tiştekê ji cem xwedê hatî û peristina xwedê û pêxemberî (s.i) û bicî anîna erkê olî ya mukum bît.* Yekîtî û tebayî yê di nêv xwe de biparêzin, karên neçak nekin, li hemberî hevdû hesûd nebin, nemaze di berpirsrarî û xizmetkirinê de.* Xwandin û zanist û hêla-dereca zanyarîya xwe pêşde bibin heya ku kêmtir bikevin davên dijminan.* Bawerî ji dijminan nekin, nemaze dijminê ecem. Ji ber ku bi çend rêyan ecem dujminên we ne; dijminên gel û nîştîman û olê we ne. Dîrokê xuya kirye ku herdem bi behaneyan li kurdan dixin û bi kêmtirîn tawan dê we bikuje û di tu sûcekê hemberî kurdan de destê xwe nagrin.* Ji bo çend rojên jiyana xwe ya bê qîmet ya vê dinyayê, xwe nefiroşin dijminî, çunke dijmin dijimin e û ciyê tu bawerî pêkirinekê pêre nîne.* Xiyanta hevdû nekin; ne xiyaneta sîyasî, ne giyanî, ne ma1î, ne namûsî. Çunke xiyanetkar li cem xwedê û mirovî, sivik û tawanbar e, xiyanet wê bi rûyê xiyanetkarî de vegere.* Eger yek ji we karî karekî we bê xiyanetkirin bike, alîkarîya wî bikin, nek ji bona hesûdî û pexîlîyê dijî wî rawestin, xwedê neke li ser wî bibin casusên (sîxûrên) biyanî.* Ev cihên ku min di wesyetnama xwe de nivîsîn bo mizgeft û nexweşxane û xwendihgehê, hûn hemû li pey şiyanên xwe daxwaz bikin heya ku fayde jê bête wergirtin.* Hûn ji xebat û têkoşînê ranewestin, ta ku wek hemû gelên din li jêr destê dijminan rizgar dibin. Malê dinyayê tu ne ye, eger welatê we hebe, serbestî hebe, mal û xak û nîştimanê xwe hebe, wî demî dê hemû tiştek we; mal û saman û dewlet û namûs û nîştiman jî hebe.* Ji min re xuyaye ku ji bil mafê xwedê tu mafên din li ser min nîn in, lê eger kesek wesan hizir bike mafek wî (kêm yan zêde) li ser min heye, min samanek zor li paş xwe hiştîye, dikare ji mîratgirên min daxwaz bike û wergire.Heya hûn hev negirin sernakevin. Zulm û zorîyê li hev nekin, çunke xwedê zor zû zaliman ji nêv dibe, ev soza xwdê ye, zalim wê bişikê, xwedê wê tola zulmê jê veke.Hêvîxwazim guhdarîya van şîretan bikin û xwedê we bi ser dijminên we de serbixe. Mîna Sadî dibêje:Merama me nesîhat bû û me gotMe we sipart bi xwedê û em çûnMuradî ma nesîhet bûd û goftimHewalit ba xuda kerdîm ve reftîm Xizmetkarê Gel û NîştimanQazî Mihemed