Hevpeyvîn

Kurdên Sûriyê êdî ne bêxwedî ne

Dawiya heftê Sûrî wereriya gola xwînê. Di êrîşeke mezin ya ku artêşê bir ser bajarê Humsê de bi sedan kes çatin kuştin û li gor nûcçeyên dawî êrîşa rejimê ya li ser Humsê her berdewam e. Di heman demê de Konseya Ewlekariyê ya NY ku li Almanya li çev civiyabûn ji ber vetoya Rûsya û Çînê nikaribû daxuyaniyeke hevbeş li hember Sûrî belav bike. Swêd alîgirê rêkeftineke li hember Sûrî bû. Li gor wezîrê derve yê Swêdê Carl Bildt ji bo sekinandina xwînê, tenha çareseriya realîst zextên siyasî ne:

–         Bi baweriya min pirsa tayînker îro zextên siyasî ne. Netîca herî zû mirov dikare ji wir werbigre. Ji bo biryarek siyasî jî Yekîtiya Ereban û Yekîtiya Ewrûpa pir girîng in. Li hev kombûna Konseya Ewlekariyê ya NY û biryareke wêrek û bi tesîr ji bo pêvajoyeke siyasî pir girîng e. Biryarek ku daxwaza îstifaya serokkomar Beşar Esed dike, cîgirê wî ji bo rêvekirina pêvajoyeke demokratî danûstandineke siyasî bide destpêkirin. Tenha çareseriya realîst ev xuya dike. Ev çareserî dikare xwîna diherike rawestîne, dibêje wezîrê derve yê Swêdê Carl Bildt.

Endamê Civata Niştimanî ya kurd li Sûrîyê û niştecihê Swêdê Kamîran Haco çelwesta Swêdê erênî dibîne. Çend daxuyaniyên Kamîran Haco ji rapora dengî ev in

–         Kombûna rêxistinên kurdên rojava li başûrê Kurdistanê Nameyek bû ji hêzên herêmî û navnetewî re ku kurdên Sûriyê êdî ne bêxwedî ne, başûrê Kurdistanê xwedî li kurdên rojava derdikeve.

–         Rewş gelekî nazik e û divê em tev berpirsiyariyên xwe yên dîrokî hilgirin. Eger berberiyek navxweyî li rojava derkeve, em hemî têk diçin. Bere kes nefikire ku di meydanek piçûk de qezencekê bike!

 


Bi deng Guh bidin dirêjahiya raportê:

 

 

Radyoya Zeyale

Amadekar

Beşir Kavak

 

 

Back to top button