Polîtîk

Kurdên rojava daxazên xwe gihanindin parlamentoyê

Kuştina berdevkê Şepêla Paşerojê û endamê sekreteriya giştî yê ragihandina Şamê Mişêl Temo, kolana kurdî li hundir û derve germ kir. Kurdên Rojava yên li Herêma Kurdistanê serê sibê li Hewlêr xwepêşandanek lidarxistin û berê xwe dan Parlamentoya Kurdistanê.
Xwepêşanderan daxwaznameyek pêşkêşî parlamentoyê kirin û ji hikûmeta herêma Kurdistanê daxwaz kirin:

–  Helwesta xwe li hemberî şoreşa Sûriyê diyar bike.
– Ji hikûmeta Iraqê jî daxwaz bike ku balyozxaneya Sûriyê ya li Bexdayê bigire.
– Dîplomatên xwe ji Şamê vekişîne
– Peywendiyên xwe yên, di hemû waran de,  li gel rejîma Sûriyê qut bike.
– Parlamentoya Kurdistan,  ji bo rewşa kurdên li Sûriyê bişopînin,  komîteyek bê pêkanîn

Kurê mezin yê Mişêl Temo,  Faris Temo beşdarî xwepêşandanê bû û ji Rûdawê re got: “Bavê min şehîdê vê parlamentoyê jî ye, lewma divê helwesteke eşkere li ser şoreşa Sûriyê bidin.”

Derbarê gumanên wî ya li ser kesên ku bavê wî kuştin de jî Faris rejîma Sûriyê tawanbar kir û got:
– Dibe ku ew bi destê caşên rejîmê yên kurd, ereb yan jî aşûr hatibe kuştin, lê ez bi awayekî yekser Beşar Esed tawanbar dikim. Kuştina Mîşêl Temo wê bibe destpêka şoreşa kurdî ya bo azadiyê ya wekî sala 2004an. Ev şoreş heya rejîma Esed  tê hilweşandin na raweste.

Endamê Yekîtiya Hemahengiya Şoreşa Sûriyê Ekrem Mihemed jî derbarê kuştina Temo de got: “Rejîma Sûriyê bi vî karî dawiya xwe anî, ji ber xeta sor derbas kir û êdî cemawerê kurdî naraweste.”

Rojnamevan Mihemed Hesko jî got:
– Helwesta rejîmê ku dibêje destê wan di kuştina Temo de nîne, lîstokeke bi armanca ku derzê bixe nav kurdan, berî ew helwesteke hevbeş nîşan bidin, bi taybet ku îro biryar bû kongreya kurdî li hundirê Sûriyê bê lidarxistin.

Ji aliyê din ve jî rojnameger Ronî bang li gelê kurd kir ku hişyar bin û got ku kuştina Temo komployeke ji aliyê hin aliyan ve û di nav wan de jî Tirkiye. Armanca wan ew e kurdan bikin qurban û xwîna kurdan birijînin.

Kurê Şêx Maşûqê Xeznewî, Şêx Murd jî li ser bandora vê bûyerê û yekrêziya helwesta kurdan got:
– Rijandina xwînê zêdetir gelê me nêzî hev dike û dike yek, lê em naxwazin xwîna gelê me birije, lewma divê kurd bi lez kongreya xwe li dar bixin û biryara xwe bidin.

Li Rojavayê Kurdistanê kuştina Mîşêl Temo ji bo kurdan bûye destpêkek nû. Îro di dema veşartina cenazayê  Temo de bi hezaran derketin kolanan herî kêm 5 kes ji aliyê emnina sşrî ve hatine kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Back to top button