Polîtîk

Serokayetiya Kurdistanê bi tundî terorkirina Temo şermezar dike

Mixabin wiha diyare ew tundutîjiyên desthilatdarên Sûriya girtine ber, gihîştiye wê astê ku, roja ronahî êrîşî  ser kesên nîştîmanperwer û çalakvanên siyasî bikin û wan teror bikin. Roja înê 07/10/2011 çend çekdareka li bajarê Qamişloyê teqe li Mîşel Temo berdevkê fermî yê Tevgera Paşaroja Kurd û endamê encumena nîştîmaniya hevrika Sûriyeyê kir û di encamê da ew serkirde û çalakvanê kurd jiyana xwe ji dest da.

Serokayetiya herêma Kurdistanê bi dijwarî terorkirina Mîşel Temo şermezar dike û radigihîne ku gelê kurd li Kurdistana Sûriyeyê heta niha bi awayekî demokratêk û aştiyane daxwaza mafên xwe yên rewa kiriye, tevî vê jî çendîn care gelê kurd li Sûryeyê rû bi rûyê tirsandin, teror û tundutîjiya dirindane bûye.

Îro jî ku rewşa bûyerên li Sûriyeyê berev destpêkirina qonaxeke nû ya siyasî pêngavan diavêje, gelê kurd dixwaze wekî pêkhateke serekî li wî welatî mafên xwe desteber bike û di çarçêweya sîstemeke demokratîk de hevbeş û beşdarekî çalak be, ji bo wê yekê terorkirina kesên nîştîmanperwer û êrîşkirina li ser welatiyên sîvîl û hilbijartina siyaseta agir û hesin rewşê aramtir nake û qeyranên aloztir li pişt xwe tîne.

Berdevkek bi navê

Serokayetiya herêma Kurdistanê

08/10/2011

Back to top button