Kurdekî qaçaxçî ji aliyê leşkerên Îranê ve hate kuştin
Dewleta Îranê ji hinek Kurdan re ji bo qaçaxçitiyê kartên taybet didin û pişt re jî leşkerên Îranê bê sedem û bê pirs ji wan kesan re êrîşên bi çek dikin.
Kurdên Rojhilatê Kurdistanê ji ber nebûna kar û bar her roj qaçaxçitiyê sînorê dikin û ji ber vî jî bi êrîşên leşkerên Îranê re rû bi rû dimînin.
Komarî Îslamiyê Îran bi awayekÎ fermî destûrê qaçaxçitiyê Kurdan dide û hînek alavên qaçax dikarin bînin başûrê Kurdistanê û herwiha ji Kurdistana başur jî dikarin hinek tişt ji Rojhilatê re dibirin. Qaçaxçitî her çend bi destûra saziyên fermî yên Îranê bibe jî leşkerên Îranê bê sedem û bê pirs bi awayekî keyfî gulle li ser Kurdan dibarînin.
Dewleta Îranê nêzîkî 200 Kurdên Rojhilatî re destûra qaçaxçitiyê dan lê îro leşkerên Îranê bêpirs êrîş birin ser qaçaxçiyan û di encamê gullebaranê Kurdekî bi navê Rehman Resul şehîd bû. Ji ber gullebaranê jî nêzîkî 10 heb hesp jî mirin û li ser hemî tiştên qaçaxçiyan jî dest dan.
Çavkaniyek ji yekîneyek ewlekariyê Îranê li derbarê bûyerê agahiyek da û got : Kurdê ku hatiye kuştin li deriya gumruga Hacî Umranê ye û heta niha jî termê Kurd ji malbatê xwe re nehatina dayin.
Hêzên leşkerî ya Îranê di nava 2 salan de gelek caran êrîşl birin li ser qaçaxçiyên Kurdan re û di encamê van êrîşan de 40 Kurdên Rojhilatî hatine şehîd kirin. Di heman demê de leşkerên Îran dest divajên li ser hem îtiştên qaçaxçiyan.